Di êrişa li ser Minbicê de jinek şehîd bû

Di êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Farat ê Minbicê de jinek şehîd bû û jinek jî birîndar bû.

Di êrişa li ser Minbicê de jinek şehîd bû
5 kanûn, 2024   14:05
MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Tûrîn û Farat  yên li rojavayê kantona Minbicê bi hewanan topbaran kirin.

Di encama êrişa li ser gundê Faratê de jina bi navê Nedîma El Hisên El Hemûd (45) şehîd bû û jina bi navê Seîda El Ferec (45) jî bi giranî birîndar bû.

Hate zanîn ku Seîda rakirine nexweşxaneya Minbicê.

(bb)

ANHA