Yekitiya Mamosteyan komkujiya Um Hermelê yê Zirganê şermezar kir

Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Hermelê yê Zirganê de mamoste Hesen Ebdulezîz Ebdullah, birayê wî û zarokê wî şehîd bûne.

Yekitiya Mamosteyan komkujiya Um Hermelê yê Zirganê şermezar kir
28 ÇILE, 2025   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker derengiya şevê gundê Um Hermelê yê bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê bombebaran kiribû û di encamê de komkujiyek pêk hat.

Yekitiya Mamosteyn a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di bombebaranê de endamê wan mamoste Hesen Ebdulezîz Ebdullah, birayê wî û zarokê wî şehîd bûne.

Yekitiya Mamosteyan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û hedefkirina sivîlan bi tundî şermezar kirin. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker erkên xwe bi cih bîne.

Yekitiyê got ji şehîdan re dilovanî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.

(bb)

ANHA