‘Berxwedana gel dê siyasetên dorpêçkirinê û qirkirinê pûç bike’
Şêniyên Qamişloyê li hemberî berdewama êrişên dagirkeriya Tirk, hevgirtina xwe bi gelê Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku hikumeta Şamê dorpêç kiriye, ragihand û destnîşan kir ku berxwedana gel tekane rêya pûçkirina siyasetên tunekirin û dorpêçkirinê ye.
![‘Berxwedana gel dê siyasetên dorpêçkirinê û qirkirinê pûç bike’](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202312/image_870x_6579fb1804854.jpg)
Şêniyên navçeyên Girkê Legê û Çilaxa yên Qamişloyê hevgirtina xwe bi gelê Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êyn Helebê re ku ji ber dorpêça hikumeta Şamê û siyasetên qirkirinê yên li dijî wan ên dagirkeriya Tirk, anîn ziman û got berxwedana gel yekane rêya astengkirina polîtîkayên dorpêçkirin û tunekirinê ye.
Hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser taxên El Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye û rê li pêşiya têketina madeyan û pêdiviyên pêwîst ji bo jiyana rojane û bi taybet sotemeniyê, pêdiviyên zarokan, madeyên xwarinê û yên din digire û ev yek jî bû sedema rawestandina piraniya saziyan.
Raniya Tahir a ji navçeya Girkê Legê berxwedana ku welatiyan li taxên Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hemberî polîtîkeyên tunekirin û dorpêçkirinê nîşan daye, nirxand û got: "Em ê bê deng nemînin û em ê ji bo şikandina dorpêçê û pûçkirina planên tunekirinê tê bikoşin, ji ber ku çarenûsa me yek e."
Li ser vê yekê welatiya bi navê Ayhan Ebas wiha got: "Gelê herêmê bi saya Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji siyasetên înkar û çewisandinê yên li dijî wan hatine meşandin, rizgar bûne û li ser projeya neteweya demokratîk ji bo ku bigihêje azadî û mafê xwe, rêyeke nû xêz kir û em ê serî ji vê dorpêçê re netewînin."
Ayhan bêdengiya rêxistinên mafên mirovan rexne kir û ev helwesta wan wek 'cihê şermê' bi nav kir.
Welatiyê bi nave Hanî Mehmûd di wê baweriyê de ye ku divê ji bo astengkirina dorpêç li ser gelê Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, hewldan hebin û beriya karesateke mirovî alîkariyê bikin.
Welatiyê bi navê Alan Ferhad jî pêwîstiya lidarxistina çalakiyan û alîkariya şêniyên dorpêçkirî destnîşan kir û got: "Em amade ne alîkariyê bikin û berxwedana gel rêya xelasiyê ye."
(şx)
ANHA