Gefên dewleta Tirk ên li ser hilbijartinê - ZEKÎ BEDRAN

Gefên dewleta Tirk ên li ser hilbijartinê - ZEKÎ BEDRAN
5 hezîran 2024   08:40

Rêveberiya xweser û partî divê vê dijminatiyê û van êrişan ji gelên cîhanê re vebêjin. Pêwîstî bi dîplomasiyeke çalak û kampanya propagandayê heye. Divê gel tevlî hilbijartinê bê kirin û li hemberî vê êrişkariyê berxwedan bê birêxistinkirin.

Dewleta Tirk careke din êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir. Saziyên herî erkdar ên dewletê li pey hev daxuyanî dan, gef li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwarin. Êriş ji xwe li ser van êrişan têne kirin. Çiqas nebaşî hebin hemû kirin. Li hemberî herêmên ku nekarîn dagir bikin li hundir û derve amadekarî kirin. Ji Efrînê heta bi Dêrikê herêmên ku piraniya şêniyên xwe Kurd in bi kûrahiya 30 km'yî weke herêmên ewlekariya xwe ragihandin û ev yek li civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî jî eşkere kirin

Gef vê carê jî ji ber hilbijartinên şaredariyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne xwarin. Hilbijartinên şaredariyan çima li ser Tirkiyeyê gef bin? Li holê çek nîne, şer nîne, êrişek li ser cihekî nîne. Gel li van herêman bi salan e xwe bi rê ve dibe. Herêmên ku di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de hatin rizgarkirin ewle kirin û karên xwe yên rojane meşandin. Ji van deveran êrişek li ser Tirkiyeyê nîne. DAÎŞ'ê bi hezaran milîtanên xwe di ser Tirkiyeyê re ji her herêmeke cîhanê derbasî Sûriye û Iraqê dikir. Tirkiyeyê sînorê xwe ji wan re vedikir û bi rengekî şênber piştgirî dida wan. Piştî ku bi pêşengiya Kurdan li dijî DAÎŞ'ê berxwedan hate kirin, rêveberiya Erdogan ji vê yekê gelekî aciz bû. Dema ku Kurdan li Kobanê li ber xwe dan, koalîsyona bi pêşengiya DYE'yê jî tevlî şerê li dijî DAÎŞ'ê bû. Heta ku DAÎŞ li Baxozê hate têkbirin vê hevkariyê dewam kir. Niha jî koalîsyon li herêmê bi deh hezaran girtiyên DAÎŞ'ê digire û li hemberî şaneyên veşartî operasyonan dike.

Rêveberiya Erdogan navê DAÎŞ'ê bilêv nake û timî Kurdan dike hedef. Dijminatiya wan a li Kurdan ku sed sal in naqede, çav û ruhê wan tarî kiriye. Dewlet seferber bûye û hewl dide 'terorîstiya' Kurdan ji cîhanê re vebêje û piştgiriyê werbigire. Ji bo Kurdên li Sûriyeyê gotineke mirovane nîne ku bi kar tîne. Cih û warên Kurdan weke 'korîdora terorê û teroristanê' pênase dikin. Bi gotina 'Em ê nehêlin dewleteke terorê bê avakirin' dikin qareqar. Kî guh bide rêveberên Tirk wê jê hebe ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bilî terorîstan kes nîne. Niha hilbijartinên şaredariyan ketine rojevê, lewma dîn û har bûne. Hilbijartin ji aliyê mirovan ve têne kirin. Rêveber têne diyarkirin. Wê demê li Bakur û Rojhilatê sûriyeyê civakek heye, mirov hene!

Efrînê çi bi Tirkiyeyê kiribû? Li Sûriyeyê weke herêma zeytûnê dihate naskirin. Gelê wê hilberîner û kedkar bû. Bi sedan, bi hezaran salan ew der kiribûn qada jiyanê, bi cih bûbûn û çandek afirandibûn. Dewleta Tirk artêşa duyemîn mezin a NATO'yê bi ser gelê vê herêmê de bir. Li Efrînê nêzî ji sedî sed ê nifûsa wê Kurd bûn. Gel belawela kirin. Li şûna wan jî çete û malbatên wan bi cih kirin. Dest danîn ser zeytûn, xak, danheviyên gel. Li wir perwerde bi Kurdî bû. Dewleta Tirk li dibistanan Kurdî qedexe kir. Tiştek nema ku neanîn serê Efrîniyan. Li pêş çavên cîhanê qirkirin, paqijiya etnîkî kirin ku sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Gelo çawa çêdibe ku hilbijartin gefê li ewlekariya Tirkiyeyê dixwe? Li herêmên navborî derdora 5-6 milyon mirov hene. Li van herêman nifûsa hin bajaran Ereb e. Li herêmên din jî gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî û gelên din bi hev re dijîn. Li van bajaran divê xizmet bêne kirin. Bi sed hezaran zarok diçin dibistanê. Pirsgirêkên rê, av û gelek pirsgirêkên din ên bajaran hene. Heta ku hikumeta Sûriyeyê pirsgirêkan çareser bike û lihevkirinê bike, gel nikare bisekine. Ya herî rast ew e ku gel xwe bi xwe bi rê ve bibe, alternatîfeke demokratîk biafirîne û hilbijartinê bike. Rêveberiya Xweser di van mijaran de xwedî tecrûbe nîne. Di mijara hilbijartinê de dibe ku kêm be. Ev jî dikare bê rexnekirin, rê bê nîşandan.

Lê belê MGK, MSB ku organên biryardanê yên dewleta Tirk in, mîna ku xwediyê rastî yê dewletê ne Devlet Bahçelî û Erdogan hilbijartin kirine hedefa xwe. Wezîrê şer Yaşar Guler dibêje, artêşa Tirk ji şer re amade ye, em ê destûrê nedin avabûneke ji nişka ve. Ya ku qalê dike hilbijartinên şaredariyan e ku wê karên rojane yên gelê li herêma xweser bike. Mejiyê wan bi jehrê bûne, ji devê wan tundî û mirin diherike.

Dewleta Qibrisê ya biçûk dagir kirin, ji bo nifûsa ji du sed hezar Tirkî statuya dewletê li ser cîhanê ferz dikin, lê belê pêkhatina hilbijartinên şaredariyê yên bi milyonan mirovî ku Kurd jî di nav de ne, weke hinceta şer û dagirkeriyê dibînin û ragihandin.

Kurd, Rojava, rêveberiya xweser çi dikin bila bikin, dewleta Tirk wê dijminatiyê li wan bike û êriş bike. Par teqînek li Stenbolê weke hincet nîşan da û êrişeke giran kir. Piştî çalakiyên gerîla yên meha Kanûnê yên li Başûrê Kurdistanê careke din êrişeke berfireh li ser binesaziya herêmê kirin. Bi kurtasî ji bo êrişê bikin wê her tim hincetekê ji xwe re peyda bikin. Derdê wan ê esasî hebûna Kurdan e. Heta ku Kurd tine nebin wê nesekinin. Vê jî venaşêrin.

Divê rêveberiya xweser, saziyên wê, partî vê dijminatiyê û van êrişan ji gelên cîhanê re vebêjin. Pêwîstî bi dîplomasiyeke çalak û kampanya propagandayê heye. Divê gel tevlî hilbijartinê bê kirin û li hemberî vê êrişkariyê berxwedan bê birêxistinkirin. Ji bo hilbijartinê demeke kurt ma. Bi her awayî pêwîstî bi atmosfereke seferberiyê û karekî bi vê armancê heye.

Çavkanî: Rojnameya Ronahî