Gaveke din ber bi pêşxistina aboriya jinan ve

Komîteya Aborî ya Jinan a Dirbêsiyê amadekariyên vekirina kafeteryaya "Hîlala Zêrîn" dike.

Gaveke din ber bi pêşxistina aboriya jinan ve
Gaveke din ber bi pêşxistina aboriya jinan ve
Gaveke din ber bi pêşxistina aboriya jinan ve
Gaveke din ber bi pêşxistina aboriya jinan ve
Gaveke din ber bi pêşxistina aboriya jinan ve
22 tebax, 2025   05:25
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Bi armanca destekkirina aboriya jinan û peydakirina derfetên kar ji wan re, Komîteya Aborî ya Meclisa Kongra Star a Dirbêsiyê ji 2 mehan ve amadekariya vekirina kafeteryayekê daye destpêkirin.

Kafeterya bi navê "Hîlala Zêrîn" li ser rêya Dirbêsiyê-Hesekê tê vekirin û ji 3 beşan pêk tê.

Beşa yekemîn ji bo çêkirina pîdeyan e, beşa duyemîn jî girtî ye, beşa sêyemîn jî ji bo pêşwazîkirinê mêvanan e. Di kafeteryayê de dê hemû cureyên vexwarinên sar û germ û şîraniyan werin pêşkêşkirin.

Der barê mijarê de rêvebera Komîteya Aborî ya Jinan a Dirbêsiyê Sîdra Xedban diyar kir ku lêçûna vê projeyê derdora 80 hezar dolar e û got kafeterya dê dawiya Tebaxê were vekirin.

Li gorî Sîdrayê, projeya vekirina kafeteryayê dê derfetên kar ji 10 jinan re peyda bike, bi pêşketina xebatê re jî dê li gorî pêdiviyan hejmara jinan lê bê zêdekirin.

Sîdra Xedban di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku armanca vê projeyê pêşxistina rola jinan di civakê de û peydakirina derfetên kar e.

(bb)

ANHA