G7 daxwaza rawestandina tavilê ya êrişan li Rojhilata Navîn kir

Wezîrên Derve yên G7 daxwaz kir ku êrişên li ser sivîl û binesaziyê yên li Rojhilata Navîn tavilê werin rawestandin û diyar kir ku pêdivî ye ku ewlehiya daîmî ya deryayî li Tengava Hurmuzê were misogerkirin.

G7 daxwaza rawestandina tavilê ya êrişan li Rojhilata Navîn kir
27 adar, 2026   20:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî civîna xwe ya li nêzî Parîsê, wezîrên derve yên G7 îro daxuyaniyek hevbeş parve kir û daxwaz kir ku li Rojhilata Navîn "êrişên li ser sivîl û binesaziyên sivîl tavilê werin rawestandin".

Wezîran diyar kir ku pêdivî ye ewlehiya deryayî ya Tengava Hurmuzê bi awayekî daîmî were vegerandin û misogerkirin.

(fr)