Jinên Kobanî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir

Jinên ji bajarê Kobanê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan û gelên bindest têdikoşek bêhempa dike û got: "Em ê jî heya pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin."

Jinên Kobanî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir
3 îlon, 2025   03:47
KOBANÊ
MIZGIN MIHEMED

Jinên bajarê Kobanê der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de ji ajansa me re nêrînên xwe anî ziman.

Xûnav Xelîl da zanîn ku jinên Kobanê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin û got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya mirovahiyê 27 sal di zindanê de ye. Dewleta Tirk her tim tecrîd di hundir tecrîdê de li ser Rêber Apo pêk tîne. Aramca wê ew e ku karibe gel û Rêbertî ji hev du qut bikin. Lê em jî wek jin em ê têkoşînê bikin û berxwedana xwe xurtir bikin heta ku em Rêberê xwe bi fîzîkî li nava xwe dibînin. "

Xûnav da zanîn ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewame û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ev demeke dîsa dewleta Tirk a dagirker nahêle ne malbat û ne jî parêzer bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin. Ev tişt diyar dike ku ew ji raman û felsefeya Rêber Apo ditirse."

Meysûn Kawar bal kişand ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinan û ev tişt got: " Rêber Apo jin ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve. Em ê jî bi fikrên wî vê ronahiyê bighînin serketinê. Em jinên li  Kobanê heta dawiyê li pey azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan bin. Ji ber azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî cîhanê ye. Rêber Apo mifteya çareseriya hemû pirsgirêkên cîhanê ye. Bê Rêber Apo ne azadî û ne jî pirsgirêk çareser dibin. Lewma têkoşîna me wê her tim ji bo azadiya wî ya fîzîkî be."

Semîra Hilac anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan têkoşîneke bê hempa ji bo azadiya jinan da meşandin û wiha bilêv kir : "Rêber Abdullah Ocalan tevî ragirtin û tecrîdê e ji bo azadiya tevahî gelên bindest, bi taybetî ji bo jinan têkoşînê dike. Bi saya Rêbertî em li vir in. Em ê jî berxwedan û têkoşînê bidomînin ta azadiya wî ya fîzîkî pêk were."

Nesra Derwêş jî diyar kir ku dê heya mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ber xwe bidin û got: "Em ê dengê xwe bigihînin tevahî duniyayê ku em ê her tim di nava kar û xebatê de bin heya em digihêjin daxwaza xwe ya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."

(bb)

ANHA