Foruma 2’yemîn a ’Jiyana Azad’ tê lidarxistin

Foruma Duyemîn a "Jiyana azad û wekhev garantiya avakirina civakeke demokratîk û komînal e" dest pê kir ku ji aliyê Meclisa Jinan a PYD’ê ve hatiye birêxistinkirin.

Foruma 2’yemîn a ’Jiyana Azad’ tê lidarxistin
Foruma 2’yemîn a ’Jiyana Azad’ tê lidarxistin
Foruma 2’yemîn a ’Jiyana Azad’ tê lidarxistin
Foruma 2’yemîn a ’Jiyana Azad’ tê lidarxistin
Foruma 2’yemîn a ’Jiyana Azad’ tê lidarxistin
4 mijdar, 2025   12:38
HESEKÊ

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di çarçoveya qonaxa 6’emîn a kampanyaya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de ku 8’ê Cotmeha borî dabû destpêkirin, Foruma Duyemîn a "Jiyana azad û wekhev garantiya avakirina civakeke demokratîk û demokratîk e" da destpêkirin.

Forum bi beşdariya 180 nûneran li Hola Semerqend a li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê tê lidarxistin. Nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên jinan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û rewşenbîr jî beşdarî forumê bûne.

Piştî rêzgirtinê, berdevka Meclisa Jinan a PYD’ê Horiye Şemdîn axaftina destpêkê kir û got: "Ev forum gaveke ber bi jiholêrakirina feraseta desthilatdar ve ye. Di heman demê de destpêkeke nû ya têkoşîna ji bo avakirina nirxên nû yên li ser bingehên xwişk û biratî, wekhevî û jiyana hevbeş ve ye. Jiyana azad ne dirûşmek e, lê jiyaneke ku em li mal, komîn, saziyên demokratîk dijîn ku jin tê de pêşeng in û avakirina biryarê ye."

Horiya Şemdîn di dewama axaftina xwe de got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê îsbat kir ku jin ne siya dîrokê ne, lê belê bi xwîn, hiş û rûmeta xwe şoreşê dinivîsin. Jin di pêşengiya her veguherîna civakî de ne e ku hêviyê çêdike û civakê li ser bingeha azadî û berpirsyariya hevpar ava dike."

Horiya Şemdîn îşaret pê kir ku di demekê de ku şer û pevçûn gur dibin, Rêber Abdullah Ocalan ala aştî û civaka demokratîk bilind kiriye da ku mirovahiyê biparêze.

Berdevka Meclisa Jinan a PYD’ê forum wek platformeke diyalog û rexneyên avaker û ji bo xurtkirina jiyana komînal û demokratîk pênase kir û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan taybetmendiyên hevjiyaneke azad û wekhev destnîşan kirine û gotiye ne civaka ku jin lê bindest be û zîhniyeteke baviksalar a otorîter serwer be, ne azad e.

Di forumê de beşa li ser kujerê kastik ya di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan de ji aliyê hevseroka Meclisa Têkiliyên Dîplomatîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûrşan Hisên ve tê şîrovekirin.

Mijara duyemîn li ser çareseriyên siyasî û civakî ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê dê ji aliyê hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif ve were şîrovekirin.

Forum dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

 (bb)