Li Siwêda û Humsê 4 cenaze hatin dîtin

Li Siwêda û Humsê cenazeyên 4 kesan hatin dîtin. 2 ji wan ji dema bûyerên Siwêdayê ve winda bûn.

Li Siwêda û Humsê 4 cenaze hatin dîtin
4 mijdar, 2025   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarê Siwêdayê cenazeyên 2 ciwanan li gundewarên bajêr dîtin. Her du ciwan ji dema bûyerên Siwêdayê ve winda bûn. Cenaze li maleke li ser rêya bajarokên Wilga û Mezra hatin dîtin, li ser laşê wan şûna guleyan hebûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), yek ji wan ciwanan ji gundê El Deyra yê Siwêdayê ye û wek şofêr ji bo şaredariya bajarê Siwêdayê dixebitî. Yê din ji gundê El Ecîlat ê Siwêdayê ye û li şîrketa El Qedamûs a li bajêr dixebitî.

Li gundewarên rojavayê Humsê jî cenazeyên 2 ciwanên ji gundê El Xûr El Xerbiya hatin dîtin. Ciwanên kuştî li çewlikeke mirîşkan a li gundê Burc Qaî dixebitîn û ji hêla çekdarên nenas ve hatine kuştin.

Li gorî SOHR`ê ji destpêka sala 2025`an ve li bajarên Sûriyeyê hezar û 134 kes hatine kuştin.

(k)