Fewaz El Zobaî li gundê Silêmaniyê hat veşartin

Cenazeyê kesayeta welatparêz û serokê Meclisa Êla El Cibûr li Sûriyeyê Şêx Fewaz El Zobaî li gundê xwe yê Silêmaniyê yê Hesekê bi beşdariyeke girseyî hat veşartin.

Fewaz El Zobaî li gundê Silêmaniyê hat veşartin
Fewaz El Zobaî li gundê Silêmaniyê hat veşartin
Fewaz El Zobaî li gundê Silêmaniyê hat veşartin
Fewaz El Zobaî li gundê Silêmaniyê hat veşartin
Fewaz El Zobaî li gundê Silêmaniyê hat veşartin
Fewaz El Zobaî li gundê Silêmaniyê hat veşartin
30 adar, 2024   19:16
HESEKÊ

Xelkê bajarên kantona Cizîrê û gundewarên wê, siyasetmedar, rûspiyên eşîran, nûnerên ji meclisên leşkerî yên kantonê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşarî merasîma oxirkirina Şêx Fewaz El Zobaî bûn.

Fewaz El Zobaî di 1954ˊan de hate dinê, di 70 saliya xwe de dema li Şamê tedawî dibû wefat kir.

El Zobaî ji rûsiyên navdar ên kantona Cizîrê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, xwedî cihekî civakê ye. Dema li ser erka xwe ya Desteya Rûspiyan a Kantona Cizîrê rola xwe ya aştî û ewlehiyê lîst û di Têkiliyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê de endamê rêveberiyê bû.

El Zobaî li hember fitneya li dijî herêmê de nexasim bûyera vê dawiyê li Dêrazorê de roleke girîng lîst, li kêlek QSDˊê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wefedar bû.

(fr)