Basil û Îmad li Reqayê hatin oxirkirin

Xelkê kantona Reqayê 2 şervanên QSDˊê Basil Mihemed Tamê û Îmad Mihemed El Erîf oxir kirin.

Basil û Îmad li Reqayê hatin oxirkirin
Basil û Îmad li Reqayê hatin oxirkirin
Basil û Îmad li Reqayê hatin oxirkirin
Basil û Îmad li Reqayê hatin oxirkirin
Basil û Îmad li Reqayê hatin oxirkirin
Basil û Îmad li Reqayê hatin oxirkirin
Basil û Îmad li Reqayê hatin oxirkirin
Basil û Îmad li Reqayê hatin oxirkirin
Basil û Îmad li Reqayê hatin oxirkirin
Basil û Îmad li Reqayê hatin oxirkirin
30 adar, 2024   17:52
REQA

Xelkê Reqayê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Leşkerî ya Reqayê berê xwe da goristana şehîdan a gundê Hikumiyê ya li bakurê Reqayê û 2 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Basil Mihemed Tamê û Îmad Mihemed El Erîf oxir kirin. Ew her du şervan di êrişa li dijî Nivîsgeha Rêveberiyê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Reqayê di 27ˊê Adara 2024ˊan de şehîd bûn.

Di merasîmê de li ser navê QSDˊê endamê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Hisên El Xelef axivî û got: "Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê em sersaxiyê didin malbatên her du şehîdan Basil û Îmad."

El Xelef diyar kir ku destê xiyanetê, faşîstê Tirk û şaneyên wê yên terorîst bi hemû şêweyan hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin û aloziyê pêk bînin û wiha domand: "Em QSDˊê soz didin her du şehîdan û tevahî şehîdan em ê destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xak û gelê wê biparêzin."

Li ser navê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê, hevseroka Meclisa Rêveber a Hêvîn Îsmaîl axivî û got: "Destpêkê em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan re dixwazin. Li vî cihî û li vî bajarî mezin hemû pêkhateyan li dijî tevahî dijminan sekinîn û şehîd li pey şehîdan didin."

Hêvîn anî ziman ku bi keç û xortan ev herêmê hatin rizgarkirin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Îman El Ehmed wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatan kirin.

(fr)

ANHA