Festîvala Wêje û Hunera Jinan îsal nayê lidarxistin 

Desteya Çandê ragihand ku Festîvala Wêje û Hunera Jinan îsal nayê lidarxistin û sedema nelidarxistinê jî aşkera kir.

Festîvala Wêje û Hunera Jinan îsal nayê lidarxistin 
1 adar, 2026   12:20
QAMIŞLO

Desteya Çandê ya Cizîrê der barê Festîvala Wêje û Hunera Jinan a ku her sal di çarçoveya bernameya 8`Adarê de dihat lidarxistin de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê îsal mîhrîcanê neyê lidarxistin. 

Daxuyanî li ber navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo hate dayîn. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Nivîsgeha Ragihandinê ya Desteya Çandê ya Cizîrê Nesma Ilyas û bi zimanê Erebî ji hêla endama Nivîsgeha Jinan a Desteya Çandê ya Cizîrê Zeyneb Hesen ve hate xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Wekî her sal hatibû plankirin ku Festîvala Wêje û Hunera Jinan di 1 û 2'ê Adarê de hatiba lidarxistin. Lê Desteya Çandê ji ber ku îsal (2026) nikarîbû festîvalê organîze û fînanse bike, lêborîna xwe ji hemû jinên cîhanê û hemû hunermendên jin ên ku beşdarî festival dibin û piştgirî didin, dixwazin. Daxwaza vê lêborînê wekî encamek ji rewşên awarte yên ku herêm pê re rû bi rû tê, di nav de entegrekirina gelek desteyan di nav avahiya nû ya hikûmetê de derkete holê. Di vê heyamê de zehmetiyên têkildarî mekanîzmayên fînansekirinê derketin, van rewşan rê li ber rêxistinê girtiye ku erkên xwe yên rêxistinî û darayî yên ji bo festîvalê bi cih bîne.

Li ser bingeha berpirsiyariya me ya çandî û exlaqî, em ji nû ve teqdîrkirina xwe ya kûr ji bo rola pêşeng a jinan di afirînerî û hunerê de dubare dikin. Em hewildanên hunermendên jin di dewlemendkirina çandî de girîng dibînin. Em piştgiriya xwe ya tevahî ji bo organîzekirina çalakiyên îsal ku wekî beşek ji bernameya 8`ê Adarê ji hêla qada çandê ve bên lidarxistin, ji wan re serkeftin û geşbûnê di hilgirtina vê peyama girîng a çandî de dixwazin.

Em hêvî dikin ku deste vê qonaxa awarte derbas bike û bi hêvî ne ku  sala bê em ê vegerin organîzekirina festîvalê bi awayekî ku li gorî dîrok û afirîneriya jinan be û pabendbûna me ya xurt bi çand û hunerê ve nîşan bidin.”

(sb/bb)

ANHA