Festîvala Sporê ya Efrînê bi xelatkirina tîmên serkeftî bi dawî bû

Festîvala Sporê ya Efrînê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê bi dirûşma ‘’Bi pêşengiya jin û xortan em ê Rêber Apo azad bikin û em ê bi rûmet vegerin’’ bi rêxistin kiribû, bi xelatkirina tîmên serkeftî bi dawî bû.

20 tebax, 2025   23:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Festîvala Sporê ya Efrînê li stada Kluba El Sed a bajarê Tebqayê, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ve li kantonên Efrîn û Şehbayê bi sernavê "Bi pêşengiya jin û xortan, em ê Rêber Apo azad bikin û bi rûmet vegerin Efrîn" hate lidarxistin.

Bi dehan ciwanên ji kantonên Efrîn û Şehbayê, her wiha nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî festîvalê bûn.

Di festîvalê de, maçek futbolê di navbera tîma jinan a Zeyneb Efrîn û tîma jinan a Şebîbe El Reqa de pêk hat. Maç bi serkeftina tîma jinên ciwan ên Reqayê (6-0) bi dawî bû. Maça duyemîn jî di navbera Weqfa Ciwanên Efrînê li Qamîşlo û tîma Şebîbe ya Reqayê, li Tebqayê pêk hat, ew jî bi encama 1-1 bi dawî bû.

Di çalakiyê de pêşbirkên bazdanê û cûrbecûr yê werzîş jî hatin lidarxistin.

Di dawiya festîvalê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê tîmên serkeftî xelat kirin û piştrast kirin ku werzîş wê wekî "qada têkoşîn û berxwedanê" bimîne, her wiha ji bo vê çalakiyê wiha hate gotin: "Çalakî, peyameke berxwedanê li hember koçberiyê û di rêya vegera bi rûmet a Efrînê de gaveke girîng e.”

(ac/şx)

ANHA