SOHR: Hin alîgirên hikumetê rojane hezar û 500 bermîlên petrolê desteser dikin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku di bin çavdêriya yek ji alîkarên wezîrê enerjiyê ya hikûmeta veguhêz û şêxekî bi navê (N.R) de, rojane miqdareke mezin a petrolê tê desteserkirin. Kesên ku vê yekê dikin rojane bi deh hezaran dolar qezenc dikin.

SOHR: Hin alîgirên hikumetê rojane hezar û 500 bermîlên petrolê desteser dikin
20 tebax, 2025   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (SOHR), eşkere kir ku aliyên bi bandor ji tevahiya hilberîna rojane ya nêzîkî hezar û 500 bermîl petrol e desteser dikin, bêyî ku bi awayekî fermî bê tomarkirin.

SOHR`ê ragihand ku ev mîqdar bi rêya tankerên taybet ji herêma "El Heraqat" a bajarokê Terhîn ê bakurê Helebê têne veguhastin, li wir bi rêbazên destpêkî dikin benzîn û mazot.

Li gorî SOHR`ê, di bin çavdêriya alîkarekî wezîrê enerjiyê yê hikûmeta veguhêz de û şêxekî bi navê (N.R) ev tişt tê kirin. Piştre miqdarên hilberandî bi awayekî neqanûnî li bazarên herêmê tê firotin. Lewma rojane ew kes bi deh hezaran dolaran, qezenc dikin.

(ac/şx)