Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê ya 6ˊemîn hat lidarxistin

Komîteya Çandê ya Meclisa Bajarê Eyn Îsayê ya kantona Firatê, bi armanca diyarkirina nasnameya çandê ya gelê herêmê û danasîna dîroka wê ya kevn, Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê ya 6ˊemîn organîze kir.

16 cotmeh, 2025   16:51
EYN ÎSA

Bi diruşma "Bi Aştî û Civaka Demokratîk em ê mîratiya xwe biparêzin û Sûriyeyek nenavendî ava bikin", Komîteya Çandê ya Meclisa Bajarê Eyn Îsayê ya kantona Firatê Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê ya 6ˊemîn li dar xist. 

Festîval li nêzî kampa koçberên Girê Spî, bi beşdariya sedan xelê bajarên Girê Spî û Eyn Îsayê û gundewarên wê, kesayetên ji eşîrên kantonên Firat û Reqayê, hat organîzekirin.

Hevseroka Meclisa Bajarê Eyn îsayê Ezîze El Hesen axaftina destpêkê kir, bi xêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku ev bûyer tevahî xelkê herêmê di bin ala afrîneriyê, resenî û pirrengiyê de, ji bo pîrozkirina mîratiya gelên kevnar, li hev dicivîne.

Ezîze da zanîn ku çand pira ku dilan dike yek û mîrasê ji hewlên têkbirinê diparêze.

Hevserokê Meclisa Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa jî got festîfal ji bo avakirina pirên borî û niha digihînin hev, nasaneya resen a gelên herêmê pênase dike, firsetek e.

Di festîvalê de çalakiyên hunerî û folklorî ji hêla komên navendên çandê yên kantona Firatê, Tebqa û Reqayê ve hatin pêşandan.

Jinan alavên kevin weke destar, çêkirina nanê sêlê, hêrandina dexûldanan bi hawinê, wêneyên rojane yên jiyanê, peydakirina avê ji bîran, çêkirina tejan bi tevnê, pêşkêş kirin.

Der barê festîvalê de welatî Mihemed El Macid diayr kir ku armanc ji vê festîvalê mîrate û nasnameya çandî ya gelên xwecihî werin nîşandan û ji nifşên nû re were pênasekirin.

Welatiya bi navê Ruqeye Mihemed jî got ji bo lihevcivandina pêkhateyên herêmê û derxistina dewlemendiya çand û kûrahiya dîrokî ya gelan festîval firsetek e.

Festîval bi xelatkirina komên beşdaran û dayîna spasnameyan û teqeziya berdewamkirina destpêşxerêyên çandî ku mîrat û kûrahiya nirxên jiyana hevbeş diparêzin, bi dawî bû.

(fr)

ANHA