Festîvala Genim: Jinan çand û mîrateya herêmê pêşan dan

Di yek ji çalakiyên ku cara yekem tê lidarxistin de, jinan bi libên genim û berhemên destan di Festîvala Genim a Salane ya Yekemîn de jinan berhemên xwe ya herêmê û girêdana xwe ya kûr bi xakê re nîşan da.

30 tîrmeh, 2026   07:55
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Navenda Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê, bi armanca bal kişandina ser dîroka çinîna genim li Cizîrê, belgekirina mîrateya çandiniyê û pêşandana qonaxên kevin û nû yên berhemdayînê, duh (29 Tîrmeh), Festîvala Genim a Salane ya Yekemîn li herêma Cizîrê, li Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Jinên ku li gund û bajarên herêma Cizîrê dimînin, bi beşdariyeke girseyî tevlî festîvalê bûn. Jinan di festîvalê de berhemên xwe yên çandiniyê, karên destan û dîzaynên ku li ser destê xwe çêkirine dane pêşandan. Xwendekarên jin ên Zanîngeha Rojava, Kongra Star, Akademiya Jineolojî, Navenda Jinwar, Saziya Jin a girêdayî Desteya Karûbarên Civakî û Rêxistina Ehlam Sexîra ya ji bo Piştgirî û Pêşxistina Jinan jî beşdar bûn.

BEŞÊN MÎRATEYÎ

Di festîvalê de beşek taybet ji bo pêşandana berhemên girêdayî jiyana gundan û dîzayînên ku jinan ji genim, tov, hims û nîsk çêkiriye hatibû sazkirin.

Her wiha jinan tabloyên kesayetên jin ên ku bi sinbilê genim çêkiribûn, keziya jin bi libên genim jî çêkiribûn û li ser navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” nivîsandibûn, dabûn pêşandan.

Li kêlek van tiştan, beşdarvanên jin xwarinên kevin ên girêdayî mîrateyê wekî nanê tenûrê, danûk, kutilk û meyî jî çêkirin. Kesên ku serdanan festîvalê kirin çêja van xwarinan xweş dîtin.

Jin a bi navê Zekiya Mihemed a ku ji bajarê Hesekê, bi çêkirina 2 cureyên xwarinan beşdarî festîvalê bû, ji me re got: “Em tevlî festîvalê bûn, li vir hemû alavên mîrateyî yên ku me berê bikardianî hene, me bi destê xwe gelek cureyên xwarên û nan jî çêkir. Bajarên Cizîrê bi çandina genim navdar e û ew temsîla nasnameya herêmê dike.”

Ji Jinwar jî Yasmîn Ehmed bi hevalên xwe re bi berhemên xwe yên ji genim çêkirine beşdarî festîvalê bû, Yasmîn jî wiha got: “Em ji Jinwar ya girêdayî bajarê Dirbêsiyê beşdarbûne, me ji bo xemilandinê berhemên ji genim çêkirine û me wan reng kirin, me li ser berhemên xwe jî dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” nivîsand.”

Yasmîn kêfxweşiya xwe anî ziman, diyar kir ku beşdariyeke bi vî awayî ya jinan di festîvalê de ji bo wan cihê xweşiyê ye.

Di Festîvalê de Koma Şehîd Rîhan a Dayikan, Koma Pêla ya Stranan û Koma Şehîd Mizgîn berhemendiya xwe ya ku ji floklor û hunera li herêmê girtine pêşandan.

(sb)

ANHA