DYA'yê cezaye nû li tora niftê ya girêdayî Îranê birî

Wezareta Xezîneyê ya DYA'yê cezayên nû li ser gelek şîrket û tankerên niftê yên girêdayî Îranê dan. Wezaretê di daxuyaniya xwe de got ku ev şîrket û tanker beşek in ji tora ku nifta Îranê veguhezîne.

DYA'yê cezaye nû li tora niftê ya girêdayî Îranê birî
29 tîrmeh, 2026   21:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Xezîneyê ya DYA`yê bi rêya Nivîsgeha Kontrolkirinê ya Biyanî (OFAC), cezayên nû da şîrketên têkildarî bazirganî, kargo û xizmetguzariya deryayî, her wiha şîrketên dabînkirinê yên girêdayî Îranê. Washinton van şîrketan bi pêşkirina piştgiriyê ji bo sektora niftê ya îranê tewanbar dike.

Ev şîrket ku di nav wan de yên bi navê “Billion Nexus International Limited, Confident Apex Limited, Marinova `ya kargoyê`, Qi Hang Ship Management Lt `a keşteyan`” hene, li Hong Kong, Marshall Islands û Îranê ne. Di heman demê de ceza li desteya xizmetguzariyê ya Hurmzê û Şîrketa El Xelîc El Farisî ya Deryayî yên ku niha di bin cezayên din de ne jî, birî.

Wezaretê hejmarek ji tankerên niftê û madeyên kîmyewî yên bi navê El Salimî, Pirîz, Kirêstal, Nîrîta û Yeehûb jî tevlî lîsteya cezayan kir. Li kêlek van jî navên tankerên ku alên dewletên Barbado, Vanuatu, Mozambique û Marshall Islands tevlî lîsteyê kir.

Wezaretê destnîşan kir ku ev gav di çarçoveya xebatên DYA`yê yên ji bo hedefgirtina toreyên ku ew bi meşandina hinardeyên nifta Îranê tewanbar dike, tê avêtin.

(sb)