Li Nexweşxaneya Şehîd Zau Seng destek kêm bûye, şêniyan alîkarî xwest

Li Nexweşxaneya Şehîd Zau Seng a Til Temirê xizmet kêm bûye. Şêniyan banga destekkirina nexweşxaneyê kir. Xebatkarên nexweşxaneyê jî diyar kir ku di çend mehên borî de desteka derman û pêdiviyên bijîşkî sekiniye û ji 5 mehan ve karmendên nexweşxaneyê mûçeyên xwe wernegirtine.

Li Nexweşxaneya Şehîd Zau Seng destek kêm bûye, şêniyan alîkarî xwest
Li Nexweşxaneya Şehîd Zau Seng destek kêm bûye, şêniyan alîkarî xwest
Li Nexweşxaneya Şehîd Zau Seng destek kêm bûye, şêniyan alîkarî xwest
Li Nexweşxaneya Şehîd Zau Seng destek kêm bûye, şêniyan alîkarî xwest
Li Nexweşxaneya Şehîd Zau Seng destek kêm bûye, şêniyan alîkarî xwest
Li Nexweşxaneya Şehîd Zau Seng destek kêm bûye, şêniyan alîkarî xwest
30 tîrmeh, 2026   05:45
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Ji dema ku rêvebirina qada tenduristiyê ya parêzgeha Hesekê ketiye Gerînendetiya Tenduristiyê ya hikumeta demkî, destekkirina li Nexweşxaneya Şehîd Zau Seng a bajarê Til Temirê kêm bûye û asta xizmeta tenduristiyê bi paş ketiye. Ji ber vê yekê şênî neçar dimînin ku di nava mercên aborî yên zehmet de ji bo tedawiyê biçin derveyî bajêr. 

Nexweşan diyar kir ku ew zehmetiyên tedawiyê li nexweşxaneyê dikişînin û da zanîn ku gelek cureyên dermanan peyda nabin, lewre neçar in dermanan ji dermanxaneyên taybet bikirin. Her wiha destnîşan kirin ku bijîşk û derfetên tenduristiyê kêm in û gelek nexweş nikarin lêçûna tedawiya li nexweşxaneyên taybet an jî çûna Hesekê û Qamişloyê peyda bikin.

Şêniyê bi navê Mihemed El Hisênî anî ziman ku şêniyên bajarê Til Temir û gundewarên wê hemû têne Nexweşxaneya Şehîd Zau Seng lê di van mehên dawiyê de êdî derman li nexweşxaneyê nîn in. El Hisênî bang li Gerînendetiya Tenduristiyê ya Hesekê kir ku dermanan bide nexweşxanê û hejmara kadroyên nexweşxaneyê zêde bike.

Idrîs El Ehmed jî got rewşa jiyanî pir zehmet bûye, tevî vê jî bijîşk û kadroyên tenduristiyê li nexweşxaneyê kêm in û derman nîn in. El Ehmed da zanîn ku xebatkarên tenduristiyê bi hemû îmkanên xwe kar dikin, lê ji ber kêmbûna derfetan pêdiviyên nexweşan bi cih nayên.

Şêniya bi navê Meryem El Cûma jî anî ziman ku ew û 3 zarokên xwe yên nexweş ji sibehê ve li nexweşxaneyê ne, lê ji ber kêmbûna dermaman û kadroyên tenduristiyê derman bi dest nexistine. Meryemê got derfetên wê nîn in ku zarokên xwe bibe nexweşxaneyên taybet derman bike û daxwaza alîkariyê ji rêxistinên mafên mirovan kir.

Xebatkarê beşa radyolojiyê ya nexweşxaneyê Welîd Şakir Ebdullah der barê rewşa nexweşxaneyê de ev agahî dan: "Ev bûye zêdetirî 5 meh derman li ser nexweşxaneyê qut kirine. Em her tim daxwaz ji Gerînendetiya Tenduristiyê dikin ku bibe alîkar lê dermanên ku bi rê dikin têra nexweşan nakin. Di heman demê de ji zêdetirî 5 mehan ve mûçeyê xebatkarên nexweşxaneyê nedane.”

Wekîd Şakir Ebdullah da zanîn ku wan berê rojane 400-500 nexweş pêşwazî dikirin, lê niha derdora 20 nexweş tên nexweşxaneyê.

Welîd Şakir Ebdullah bang li Gerînendetiya Tenduristiyê û hikumeta demkî kir ku destekê bide nexweşxaneyê û pêdiviyên kadroyên tenduristiyê û bijîşkan bi cih bîne.

(np)

ANHA