Festîvala Biharê ya Zanîngeha Rojava dest pê kir

Sêyemîn Festîvala Biharê ya Xwendekaran a Zanîngeha Rojava bi tevlêbûna bi sedan xwendekar û mamosteyan dest pê kir.

23 nîsan, 2025   14:59
QAMIŞLO

Sêyemîn Festîvala Biharê ya Xwendekaran a Zanîngeha Rojava bi beşdarbûna bi sedan mamoste, xwendekarên Zanîngeha Rojava û zanîngehên din dest pê kir. 

Di festîvalê de şêwekar û wêjevan hunera xwe pêşkêş dikin, her wiha pêşbirkên çêkirina xwarinê ji hêla mamoste û xwendekaran ve û pêşbirkên helbest û stranan pêk tên. Serkeftiyên pêşbirkan dê sibê anku di roja dawîn a festîvalê de bên xelatkirin.  

Endama Meclisa Xwendekaran a Qamişloyê Rojîn Yûsif di dema destpêkirina festîvalê de axivî û got ev festîval bi saya keda şehîdan tê lidarxistin.

Îro anku roja yekemîn a festîvalê de, tabloyên xwendekaran hatin pêşandan. Stêrvan Bozo stranên folkorîk gotin. Her wiha 7 koman xwarinên cuda çêkirin.

Ev festîval her sal di meha Nîsanê de li Zanîngeha Rojava tê lidarxistin. Festîval 2 rojan dom dike.

(ex)

ANHA