Qurbaniyên komkujiya Ermeniyan hatin bibîranîn

Ermenên li bajarê Til Temirê, salvegera 110’emîn a Komkujiya Ermenan bi bîr anî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker berdewama Dewleta Osmanî ye ku li dijî gelên herêmê komkujiyan pêk tîne.

Qurbaniyên komkujiya Ermeniyan hatin bibîranîn
Qurbaniyên komkujiya Ermeniyan hatin bibîranîn
Qurbaniyên komkujiya Ermeniyan hatin bibîranîn
Qurbaniyên komkujiya Ermeniyan hatin bibîranîn
Qurbaniyên komkujiya Ermeniyan hatin bibîranîn
23 nîsan, 2025   15:35
HESEKÊ

Pêkhateya Ermen a li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê, salvegera 110’an a Komkujiya Ermenan ku Dewleta Osmanî di nava salên 1915-1917’an de pêk aniye, bi merasîmekê li hola Meclisa Malbatên Şehîdan bi bîr anî. Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan a Ermen ev merasîm organîze kir. 

Di merasîmê de bi sedan şêniyên bajêr amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk berdewama dîrok û siyaseta Dewleta Osmanî ye ku sûcên qirkirinê li dijî Ermen, Suryan-Asûr-Kildan, Kurd û gelên herêmê pêk anîne.

Ji fermandarên Tabûra Nûbar Ozanyan, Manuel Denier Gyan axivî û got: "Em îro, li vir salvegera biêş ku di ser gelê me yê Ermen re derbas bûye, bi bîr tînin. Gelê me yê Ermen bi destê Osmaniyan di hovanetirîn sûcên qetilkirin, koçberkirin û qirkirina etnîk re derbas bû. Dewleta Tirk a dagirker a îro jî, berdewama wan siyasetên qirkirin û înkarkirinê ye."

Manuel Denier Gyan diyar kir ku xelkê bajarê Til Temirê li dijî êrişên çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk sekinî, modela jiyana hevbeş û berxwedanê îsbat kir.

Li aliyekî din jî fermandarekî Meclisa Parastina Xabûr a Asûrî Shamas Keferkis diyar kir ku 24’ê Nîsanê ji bo Ermen, Suryan-Asûr-Kildan û ji bo tevahî gelên herêmê rojeke biêş e.

Shamas Keferkis bang li malbatên şehîdan ên Asûrî, Partiya Suraya Demokratîk û civata navneteweyî kir ku Komkujiya Ermenan nas bikin û dewleta Tirk a dagirker li ser sûcên wê yên dîrokî û yên berdewam ceza bikin.

Merasîm bi pêşandana sînevîzyonekê ku rastiyên komkujiyê aşkera dike, bi dawî bû.

(fr)

ANHA