Festîvala 5ˋemîn a Girê Spî ya Çand û Hunerê dest pê kir

Di Fesrîvala 5ˋemîn a Girê Spî ya Çand û Hunerê de bal li ser nasnameya pêkhateyên herêmê û dîroka wan, hat kişandin.

14 mijdar, 2024   20:51
EYN ÎSA

Li nêzî kampa koçberên Girê Spî, bi dirûşma "Pirçandiya me rêya neteweya demokratîk vedihewîne " Festîvala 5ˋemîn a Girê Spî ya Çand û Hunerê dest pê kir.

Festîval ji aliyê Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê û Komîteya Çandê ya Girê Spî ve hat lidarxistin.

Hevserokê Meclisa bajarê Girê Spî Heza Mihemed teqezî bi girîngiya parastina çand û kultûra gelên resen ên Sûriyeyê da.

Mihemed bang kir ku divê çalakiyên çandî û kultûrî ji bo parastina nifşên nû ji şerê taybet û diyardeyên nerênî yên ku ji çandên biyanî tên wergirtin, werin zêdekirin.

Hevseroka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serfiraz Şerîf lidarxistina festîvalê pîroz kir û got ev festîval hemwextî hewldanên tunekirina çandên gelan hat organîzekirin.

Piştre stran û berhemên çandî, kultûrî û folklorî ji aliyê komîte û navendên çandê yên kantonên Firat, Reqa, Tebqa û Cizîrê ve, hatin pêşkêşkirin.

Di festîvalê de jinan amûrên kultûrî, rêbaza jiyana berê wekî çêkirina nan û kişandina avê pêşkêş kirin.

Koçberê bi navê Salih El Hecî yê ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî der barê festîvalê de ji ajansa me re got: "Em bi çand û kultûra xwe ve girêdayî ne, ji ber ku ew beşek ji nasnameya me ya resen e."

Beşdarê bi navê Salim El Selac jî diyar kir ku dagirker nikarin nasname û reseniya gelên herêmê tune bikin.

Di dawiya festîvalê de tîmên beşdar hatin xelatkirin.

Festîvala 1ˋemîn a Girê Spî ya Çand û Hunerê di 2018'an de, ya 2'yemîn di 2019'an de hatin lidarxistin. Lê piştî dagirkirina bajarê Girê Spî Komîteya Çand û Hunerê ya bajêr di 2022'yan de festîvala 3'yemîn û di 2023'yan de festîvala 4'emîn li dar xist. Festîvala 5'emîn piştî ku 2 caran ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatibû paşxistin, îro hat lidarxistin.

(mh)

ANHA