Mijara komên xwendina parêznameyan rêveberî bû

Komên xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan ku her mehê li ser mijarekê nîqaşan jî dikin, vê mehê têgeha 'rêvrberî' gotûbêj kirin.

Mijara komên xwendina parêznameyan rêveberî bû
Mijara komên xwendina parêznameyan rêveberî bû
Mijara komên xwendina parêznameyan rêveberî bû
Mijara komên xwendina parêznameyan rêveberî bû
14 mijdar, 2024   20:32
QAMIŞLO

Komên xwendinê yên ku ji aliyê Akademîya Zanistiyên Civakî ya Abdullah Ocalan ve hatine rêxistinkirin, vê mehê jî di çarçoveya xebatên komên xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan de li hev civîyan û li ser mijara 'Rêveberî' nîqaş kirin.

Li bajarê Qamişlo, 7 Komên xwendinê ku ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve hatine birêxistinkirin  li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo li hev civiyan û li ser mijara 'Rêveberî' a paraznameya 'Sosyolojiya Azadiyê' nîqaş meşandin.

Piştî ku civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, ji aliyê komîsyonê civînê ve nîqaş li ser esasê du mijaran hat birêvebirin.

Di mijara yekemîn de li ser bersiva pirsa 'Rêveberî çi ye?', di mijara duyemîn de jî 'Di jiyan û xebatan de em Rêveberiyê çawa digirin dest û çawa pêk tînin?’  Hate nîqaşkirin.

Di civînê de beşdaran der barê mijara ‘Rêveberî’ de nêrînên xwe anîn ser ziman û bi awayekî berfireh nîqaş hatin pêşxistin.

‘RÊVEBERÎ; HÊZA AQILÊ CIVAKÎ YE’

Beşdaran diyar kir ku rêveberê ji dîrokê heya roja me ya îro, rêveberî di civaka exlaqî û polîtîk de wek çandekê ye û destnîşan kir ku rêveberî temsîlkirina hêza aqilê civakê ye.

Hat diyarkirin ku di serdema kapîtalîzmê de herî zêde têgîna rêveberî hatiye berovajîkirin û tişta ku di bin navê rêveberiyê de tê pêşxistin desthilatdarî ye.

‘RÊVEBERÎ; ÎRADEYA CIVAKÎ YA KOLEKTÎF E’

Beşdaran destnîşan kir ku rêveberiya ku guh nade gel, rêveberiya ku xwe ji civakê qut kiribe û xwe têr dibîne ne rêveberî ye, ew êdî bûye desthilatdar. Lewma rêveberî ji civakê ne qut e, berovajî vê ya îradeya civakî ya kolektîf e, anku her di xizmeta civakê de ye.

Li 7 kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya salekê bi pêşengiya Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan, komên xwendinê yên pirtûk û parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hatin avakirin.

Di çarçoveya xebatên komên xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan de li her bajar û herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûryeyê hemû kom her meh rojekê li hev di civin û li ser mijareke paraznameyê nîqaşan dimeşînin.

(fr)