Festîvala 2'yemîn a Wêjeyê li Reqayê didome
Festîvala 2'yemîn a Wêjeyê di roja xwe ya 2'yemîn de li bajarê Reqayê didome. Li ser dîroka wêjeya Kurdî û rola rexnegeriyê di pêşxistina wêjeyê de hat kişandin.
Festîvala 2'yemîn a Wêjeyê ya bi dirûşma "Wêje bi pênûsên Sûriyeyê" di roja xwe ya 2'yemîn de li bajarê Reqayê û bi beşdariya 51 nivîskar û wêjevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriyeyê û Misrê didome.
Festîval li hola Navenda Çandê ya bajarê Reqayê li dar ket. Tê de endamên Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Desteya Çandê ya Kantona Reqayê, Cîgirê Hevseroketiya Meclisa Rêveber Gebraîl Şemûn, Nûnerên Meclisa Rêveber a Kantonê, Yekitiya Rewşenbîran a Kantonê, helbestvan, nivîskar û hezkiriyên wêjeyê beşdar bûn.
Di serî de helbestvan û lêkolerê Kurd Salihê Heydo, semînerek li ser dîroka wêjeya Kurdî û girêdanên wê yên bi folklorê ve da û destnîşan kir ku wêjeya Kurdî di xurtkirina fikrê neteweyî û zanabûna çandî ya di serdeman de roleke girîng lîst.
Beşdaran bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî helbest xwendin û koma Eter a Firatê stran pêşkêş kirin.
Piştre, nivîskar Reşîd Ebas û Munîr El Hafiz bi semînerekê li ser rola rexnegeriyê di pêşxistina nivîsandin tecrûbeya çandî û wêjeyê de axivîn.
Di dawiya roja 2'yemîn a festîvalê de helbest hatin xwendin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku sibe roja dawîn a festîvalê ye û tê de şahiya dawîn ê were lidarxistin û beşdar werin xelatkirin.
(mh)
ANHA