Fermandarekî din ê Hizbullahê hate kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişa li ser aşûrê Lubnanê de fermandarê Hizbullahê Nebîl Qawûq hatiye kuştin. Dezgehên çapemeniyê yên Îranê jî ev agahî piştrast kir.

Fermandarekî din ê Hizbullahê hate kuştin
29 îlon, 2024   12:26
NAVENDA NÛEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişa li ser aşûrê Lubnanê de fermandarê Hizbullahê Nebîl Qawûq hatiye kuştin

Li gorî çavkaniyek nêzî Hizbullahê Lubnanê duh artêşa Îsraîlê navenda endamê meclisa navendî ya Hizbullahê şêx Nebîl Qawûq kiriye hedef.

Heman çavkanî da zanîn ku hatibû ragihand ku Îsraîlê şêx Nebîl Qawûq li taxa El Silim kiriye hedef, lê wê demê tu agahî der barê aqubeta wî de nehatibûn bidestxistin.

Dezgehên çapemeniyê yên Îranê ku agahiyên xwe ji hin çavkaniyan wergirtine, kuştina Nebîl Qawûq piştrast kirin.

Qawûq, di salên 80`î de tev li Hizbullahê bûye. Di meclisa rêveber de cîgirê berpirsê herêma başûr û berpirsê herêma başûr û cîgirê serokê meclisa rêveber bû.

(şx)