Kurdistaniyên li Lubnanê spasiya Rêveberiya Xweser kir

Kurdistaniyên li Lubnanê bi nameyekê spasiya Rêveberiya Xweser kirin ku alîkariya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji Lubnanê vedigerin kir.

Kurdistaniyên li Lubnanê spasiya Rêveberiya Xweser kir
29 îlon, 2024   12:04
REQA

Kurdistaniyên li Lubnanê spasname ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş kir ji ber ku alîkariya şêniyên herêmê yên ji Lubnanê vedigerin kir.

Di nameyê de wiha hatiye nivisîn: "Em kurdistaniyên ku Lubnanê û sûriyeyiyên li wir, spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku ji bo pêşwazîkirina pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Lubnanê, tedbîr girtin, herêmên ewle ji wan re peyda kir, pirsgirêkên wan ên li ser sînor çareser kir û welatiyên sûriyeyî gihandin herêmên xwe.

Em spasiya nûnerê Rêveberiya Xweser ê Lubnanê Ebdulselam Ehmed û hemû hevalên ku bi vî karî mirovî rabûne dikin."

Di encama aloziya leşkerî ya navbera Îsraîl û Hizbullahê de, bi deh hezaran sûriyeyiyên ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve koçberî Lubnanê bûne, xwestin vegerin welatê xwe.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Lubnanê 24`ê Îlonê komîteyek ji bo şopandina kar û barên penaberên sûriyeyî yên ku dixwazin vegerin, ava kir.

Duh zêdetirî hezar û 300 sûriyeyî ji Lubnanê gihaştin kantona Reqayê.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Lubnanê navên kesên dixwazin vegerin herêmê qeyd kirin û ew beş beş bi otobusan û bi "nîvê lêçûna rêwîtiyê" şandin herêmê.

(şx)