Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Agirbestê binpê dikin

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê diyar kir ku agirbest bê navber tê binpêkirin û got ew li gorî peymanên navneteweyî sivîlan diparêzin. Her wiha anî ziman ku ew amade ne bi Koalîsyona Navneteweyî û hêzên din ên navneteweyî re ji bo ewlehiyê bikevin nava koordînasyonê.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Agirbestê binpê dikin
10 tebax, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

13’ê Tîrmehê hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wê êriş li dijî Siwêdayê dan destpêkirin. Şervanên xwecih ên Siwêdayê bersiva êrişan da û şer derket. Di 19’ê Tîrmehê de bi navbeynkariya navneteweyî lihevkirinek li ser agirbestê çêbû. Li gorî daneyan, di encama êrişan de hezar û 568 kes hatin qetilkirin.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê Tariq El Şofî geşedanên dawîn ên li Siwêdayê ji ajansa me re nirxandin.

Tariq El Şofî da zanîn ku agirbest bê domdarî ji aliyê "eşîr û hêzên ewlehiyê" ve tê binpêkirin û ev agahî dan: "Herî dawî roja îna borî li eniya rojava agirbest hat binpêkirin. Eşîr bi çekên navîn ketin herêma Qurbe Necran, êrişî milkên sivîlan kir û şênî tirsandin, gund talan kirin, şewitandin û teqandin.”

El Şofî destnîşan kir ku li eniya gundê Til Eqerai ya nêzî Til Hedîd agirbest hat binpêkirin û hewla ketina gund hate kirin û got hewldana a ketina nava gund ji aliyê hêzên wan ve hatiye astengkirin.

Fermandar El Şofî diyar kir ku pabendî agirbestê û peymanên navneteweyî ne û banga destek û parastina navneteweyî kir û îşaret pê kir ku “gel û Durzî bi qirkirinê re rû bi rû ne ku bi desteka hêzên ewlehiyê tê kirin."

Tariq El Şofî da zanîn ku bi dehan gund hatine wêrankirin, talankirin û şewitandin û komkujî li dijî sivîlan hatin kirin ku hatine belgekirin. Her wiha xwest tîmên navneteweyî yên lêkolînan van binpêkirinan bibînin.

Tariq El Şofî anî ziman ku hêzên wan gelek eniyên şer kontrol kirine û bi domdarî bi odeyên çalakiyên leşkerî yên hevbeş ên Siwêdayê re di nava hemahengiyê de ne.

El Şofî diyar kir ku dê parastina sivîl û şervanan bidomînin û bang li hêzên navneteweyî kir ku çareseriyeke lezgîn bibînin.

El Şofî îşaret pê kir ku ji bo kontrokirina dosyaya ewlehiyê li herêmên wan ew amade ne bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî û "dewletên dost" re koordîneyê bikin.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê Tariq El Şofî diyar kir ku ew ji bo parastina gel şer dikin û hêzên wan ji sînorên gund û bajarên Siwêdayê dernakevin.

(bb)

ANHA