Şêwirmendê Xamineyî bêçekkirina Hizbullah red kir

Şêwirmendê Rêberê Olî yê Îranê Xamineyî, Elî Ekber Wîlayetî ragihand ku welatê biryara hikumeta Lubnanê ya bêçekkirina Hizbullah red kir.

Şêwirmendê Xamineyî bêçekkirina Hizbullah red kir
9 tebax, 2025   18:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tasnimˊê, şêwirmendê Karûbarên Navneteweyî yê Rêberê Olî yê Îranê Xamineyî, Elî Ekbar Wîlayetî got welatî wî dijî biryara hikumeta Lubnanê ya bêçekkirina Hizbullahˊê ye.

Wîlayetî diyar kir ku ev ne cara yekemîn e li Lubnanê mîna van gotinan tê pêşniyarkirin, weke berê têk çûye, wê vê carê jî têk biçe û wê Hizbullah li dijî van komployan li ber xwe bide.

Wîlayetî got ""Komara Îslamî ya Îranê li dijî bêçekkirina Hizbullahˊê ye. Ji ber ku Hizbullah her tim alîkariya gelê Lubnanê kiriye û hîna jî dike."

(fr)