Fermandara YJA Starê Eddesa Cejna li Êlihê bi girseyî hate oxirkirin

Fermandara YJA Starê Ece Yilmaz (Eddesa Cejna) ku li Dersimê şehîd bû, li Êlihê bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin.

Fermandara YJA Starê Eddesa Cejna li Êlihê bi girseyî hate oxirkirin
4 nîsan, 2024   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji fermandarên YJA Starê Ece Yilmaz (Eddesa Cejna) di 14’ê cotmeha sala 2023’yan de li Dêrsimê di şer de şehîd bû û cenazeyê wê li Êlihê bi girseyî sipartin axê. Malbata Yilmaz di 20’ê kanûnê de ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê da Saziya Tipa Edlî (ATK) a Meletiyê. Duh jî peywirdar li malbatê geriyan û xwestin bên cenazeyê xwe bibin. Li ser vê yekê malbat hate Meletiyê û cenaze bir Êlihê.

Cenaze di saetên derengiya şevê de anîn goristana gundê Girbereşkê û bi girseyî, bi dirûşmên “Şehîd namirin” û tililiyan hate pêşwazîkirin. Polîsan gotin ku ji bilî malbatê dê tu kesî negirin goristanê. Lê li ser bertekan, neçar man ku beşekê welatiyan bigirin goristanê. Yilmaz, bi dirûşman hate oxirkirin.