Fermandara Sarya Efrîn: Gel û hêzên me li hember dagirkeriyê yek in

Fermandara YPJˈê Sarya Efrîn têkildarî berxwedana li Bendava Tişrînê got "Ev berxwedan bûye qada parastina nirxên gelên herêmê û yekitiya wan a li dijî dijmin. Serkeftin dê para me be, em ê serkeftinê diyarî gelê xwe bikin.”

Fermandara Sarya Efrîn: Gel û hêzên me li hember dagirkeriyê yek in
10 ÇILE, 2025   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêdetirî mehekê ye êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê didomin. Di heman demê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekineyên Parastina Jin (YPJ) ji bo pêşgirtina van êrişên berxwedaneke bêhempa dikin. 

Ji fermandarên YPJˈê yên li eniya Bendava Tişrînê Sarya Efrîn, berxwedana li bendavê nirxand û wiha got: "Ev mehek e berxwedana li Bendava Tişrînê didome. Dewleta Tirk bi hemû hêz û çeteyên xwe hewl dide bendavê desteser bike. Em êdî ji bendavê re nabêjin Tişrîn, em dibêjin bendava şehîdan, ji ber ku bi dehan hevrêyên me ji bo parastina wê canê xwe feda kir. Ev bendav xwedî girîngiyeke stratejîk e, ji ber ku kî wê kontrol bike bandoreke xurt li ser tevahiya Sûriyeyê dike.”

Sariya Efrîn diyar kir ku bendav ne tenê dezgeheke avê ye, her wiha ji bo dabînkirina eleketrîk û avê ji bo bi milyonan niştecihan navendeke bingehîn e, lewma bûye hedefa sereke ya dewleta Tirk a dagirker.

Sarya Efrîn diyar kir ku hêzên dagirker û çeteyên wê gelek hewl da xetên parastinê yên li derdora bendavê bişikînin lê tu pêşketin bi dest nexistine. Her wiha got: "Tevî daxuyaniyên ragihandinê yên rayedarên Tirk ên der barê desteserkirina bendavê de, lê rastiya li ser erdê berovajî vê yekê ye.”

‘GEL PIŞTGIRIYÊ DIDE BERXWEDANÊ’

Sarya Efrîn li ser piştgiriya gel a mezin jî wiha axivî: "Gelê herêmê bi lidarxistina van çalakiyên piştgiriyê yên li nêzî bendavê, têkiliya di navbera gel û hêzên leşkerî de diyar dike. Vê helwestê vîna me ya berdewamkirina berxwedanê mezintir kir.”

Sariya anî ziman ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji herêmên cuda yên wekî kantonên Cizîrê, Reqa, Tebqa û Firatê hatin bendava Tişrînê, tevî ku haya wan ji metirsiyên mezin ên ji ber bombebarankirina dagirkeriya Tirk heye jî.

‘HEDEFKIRINA BENDAVÊ DIJMINATIYA DAGIRKERIYÊ YA LI DIJÎ GEL NÎŞAN DIDE’

Fermandar Sarya hişyarî da ku bombebarana tund a dewleta Tirk a dagirker bandoreke xirab li avahiya bendavê kiriye ku ev yek metirsiyek e û ev li gotinên xwe zêde kir: "Bendava Tişrînê xizmeta hemû gelên herêmê û Sûriyeyê bi giştî dike û hedefgirtina wê dijminatiya Tirkiyeyê ya li hember gelên herêmê û yekitiya civakê nîşan dide.”

Sarya Efrîn diyar kir ku berxwedana Bendava Tişrînê ne tenê şerekî leşkerî ye, lê ew şerê parastina nirx û yekitiya gelan e û got: "Em ne ji bo fikrên takekesî şer dikin, lê ji bo parastina gelê xwe û nirxên xwe yên hevpar şer dikin. Berxwedana li Bendava Tişrînê dê bibe destpêka hilweşandina projeya dewleta Tirk a faşîst û dawiya çeteyên ku bûne koleyên dewleta Tirk a dagirker.”

JI GEL Û DIJMIN RE PEYAM

Sarya Efrîn di peyama xwe de ji gelê Sûriyeyê re wiha got: "Em ne qels in, hêza me heye, em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Bila gelê me rehet be, em ê hemû hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têk bibin. Em ê her bihostek ku bi xwîna şehîdên me hatiye rizgarkirin, biparêzin."

Fermandara YPJˈê Sarya Efrîn di dawiya axaftina xwe de peyamek ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re jî şand û wiha got: "Hûn çi qas çekên pêşketî bi kar bînin jî hûn ê nekarin bendavê derbas bikin. Berxwedana me berdewam dike û dê bi serketinê tacîdar bibe. Em ê serkeftinê diyarî gelê xwe yê hêja bikin.”

(k)