Ji ber teqîna bermahiyên şer 3 kesên din jiyana xwe ji dest da

Li çend herêmên Sûriyeyê ji ber teqîna mayin û bombeyên ji şer mane, 3 kesan jiyana xwe ji dest da ku di nava wan de zarokek jî heye.

Ji ber teqîna bermahiyên şer 3 kesên din jiyana xwe ji dest da
10 ÇILE, 2025   11:35
NAVNENDA NÛÇEYAN

Şêniyekî ji gundê Merenazê dema ku erdê xwe cot dikir, mayineke ji bermahiyên şer pê de teqiya û jiyana xwe ji dest da.

Her wiha zarokek ku ji ber teqîna bombeyeke çandî ya ji bermahiyên şer li nêzî gundê El Qasimiyê yê li rojavayê Helebê, jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din birîndar bûn.

Her wiha şêniyekî ji êla El Emûr, di encama teqîna mayinekê de li devera Cezal a li rojavayê bajarê Tedmurê birîndar bûbû, jiyana xwe jidest da.

Bi vî awayî hejmara sivîlên ku ji destpêka sala 2025’an ve di encama teqîna bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest daye, gihaştiye 34 kesan; ku ji wan 6 zarok û 2 jin in. Her wiha 56 kesên din jî birîndar bûn ku 30 ji wan zarok in.

(k)