KCDK-E‘yê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir

KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe ya salvegera 14’emîn a Şoreşa Rojava a 19’ê Tîrmehê de diyar kir ku Şoreşa Rojava berhema îradeya hevpar a gelan e.

KCDK-E‘yê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
19 tîrmeh, 2026   17:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi boneya salvegera 14’emîn a Şoreşa Rojava a 19’ê Tîrmehê daxuyanî da û wiha got, “Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku di sala 2012’an de bi îrade, fedakarî û têkoşîna hevpar a gelên li Rojava dest pê kir, di demeke ku Rojhilata navîn bi şer, kaos, mirin û hilweşînê hate dorpêçkirin de, bingehên modela jiyaneke demokratîk, wekhev û pir nasnameyî avêt. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, wekî modelekî rêveberiya demokratîk a li ser bingeha îradeya hevpar a gelan, derket holê.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Di bingeha serkeftina şoreşê de, karekterê piranîparêz û berfireh heye. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a gelan, azadiya jinan û beşdariya wekhev a hemû nasnameyên etnîkî û baweriyan esas girtiye. Di heman demê de, yekitiya dîrokî û piştevaniya ku gelê Kurd li hemberî dijminên hevpar pêşxistiye, di serketina şoreşê de rolekî diyarker lîstiye. Bêyî vê yekitî û têkoşîna hevpar, biserxistina serkeftînekî wiha dîrokî pêkan nedibû.

Tevî pêşketinên ku piştî sala 2012’an li Rojhilata navîn hate jiyîn, polîtîkayên hêzên emperyalîst û rêxistinên çete yên dijminê mirovahiyê yên wekî DAIŞ’ê ji Iraqê destpêkirin û heta herêmên berfireh ên Sûriyeyê dagirkirin, ev yek komkujî, koçberî û hilweşîna li ser gelan kûr kir. Pêngava şoreşgerî ku li dijî vê li Rojava pêş ket, bi rêxistinbûna hevpar a gelan û pêşengiya têkoşîna azadiyê, berxwedanekî mezin raber kir. Bi berdêla bi hezaran şehdîan, îro modelekî rêveberiyê ya demokratîk, gelparêz, azadîxwaziya jinê û hemû baweriyan digre nava xwe, hate avakirin.

Paradîgmaya ku Şoreşa Rojava raber kir, modeleke jiyaneke demokratîk e ku ne tenê gelê Kurd, mafên hemû gel û baweriyên li Sûriyeyê diparêze. Ev model têkoşînekî mînak temsîl dike ku jiyana hevpar a Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Tirkmen û hemû gelên din û baweriyan esas digre û li ser bingeha têgihiştina neteweya demokratîk e.

Bi vê wesîleyê, em hemû şehîdên xwe yên ku pêşengî jî vê têkoşînê re kirine bi rêz û minetdarî bi bîr tînin; salvegera 14’emîn a Şoreşa Rojava ku bi keda hevpar a gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Tirkmen û baweriyan hate avakirin, pîroz dikin û hemû gelên ku xwedî li destkeftiyên şoreşê derketin, silav dikin.”