Îsraîl: Fermandarekî Artêşa Pasdaran hat kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li navenda petrolê ya girêdayî Artêşa Pasdarên Îranê fermandarekî payebilind hat kuştin. Îsraîlê da zanîn ku ew berpirsê piştevaniya çalaliya hevalbendên herêmî weke Hizbullah û Hûsiyan bû.

Îsraîl: Fermandarekî Artêşa Pasdaran hat kuştin
5 nîsan, 2026   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro da zanîn ku fermandarekî payebilind li navenda petrolê ya girêdayî Artêşa Pasdarên Îranê kuştiye.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, duh (în) di êrişên li dijî Tehranê de berpirsê kar û barên bazirganiyê li navenda petrolê Mihemed Riza Eşrefî Kahî hat kuştin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku "navenda petrolê" piştgiriya çalakiyên Artêşa Pasdarên Îranê dike û bi rêya qezencên ji firotina petrolê hêza wê yên leşkerî, her wiha çalakiyên hevalbendên herêmî, di nav de Hizbullah û Hûsî, zêde dikir.

(ac/fr)

ANHA