PJAK: Tu têkiliya me bi “Qandil Press” re tune ye

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku tu têkiliya wan bi rûpela bi navê “Qandil Press” re tune ye û bi bîr xist ku nêrîn û daxuyaniyên der barê rêxistinê de tenê li ser kanalên fermî tene kirin.

PJAK: Tu têkiliya me bi “Qandil Press” re tune ye
6 nîsan, 2026   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya nivîskî ya PJAK’ê de hate destnîşankirin ku tu têkiliya rûpela navborî ne di aliyê ramanê ne jî medyayê de bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re tune ye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Em ji raya giştî û gelê têkoşer ê Kurdistanê re radigihînin ku tu têkiliya rêxistinî, ramanî yan jî medyayî ya rûpela ku bi navê “Qandil Press” fealiyetê dike, bi Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Tevgera Azadiya Kurdistanê re tune ye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rûpela navborî bi zanebûn hewl dide raya giştî bixapîne.

PJAK’ê wiha got; “Rûpela navborî bi zanebûn bi karanîna navê ‘Serketina Qendîlê” ku di wîjdana hişmend ê gelê me de sembola berxwedana û fedakariyê ye, hewl dide raya giştî bixapîne û seyra têkoşîna azadiyê xira bike.”

PJAK’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku nêrîn û daxuyaniyên der barê rêxistinê de tenê li ser kanalên fermî tene kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Em her curê têkiliyê bi vê rûpela bi guman re red dikin, em careke din destnîşan dikin ku nêrînên fermî yên PJAK û Tevgera Azadiya Kurdistanê tenê bi rêya platform û kanalên me yên medya yên fermî ve têne weşandin.”