Fermandar Murad: Tevkariya şêniyan xeta yekemîn a parastinê ye

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kanton Cizîrê Qehreman Murad diyar kir ku hêzên ewlekariyê amade ne bersiva êrişên gengaz ên çeteyên DAIŞ’ê bidin û got, tevkariya şêniyan û hişmendiya civakî xeta sereke ya parastina şêniyan û mîsogeriya ewlehiya herêmê ye.

Fermandar Murad: Tevkariya şêniyan xeta yekemîn a parastinê ye
29 tebax, 2025   02:35
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Di dema dawîn de tevgerên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî li herêma başûrê kantona Cizîrê zêdetir bûne. QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişan didin.

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê mîralayî Qehreman Murad der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.

Qehreman Murad diyar kir ku piştî rûxandina rejîma Baasê êrişên dijwar li ser herêmê hatin kirin û di çendên mehên dawîn de li perav û Siwêdayê asta komkujiyan zêde bûn.

Qehreman Murad anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo pêşxistina çalakiyên xwe li herêmê, serî li gelek rêbazan didin û got: "Bi rêya medyaya dijîtal tevlêbûnê çêdikin, girtiyên ku hatine berdan di qaçaxçîtiya çekan, madeyên hişbirê û bazirganiya bi mirovan de bi kar tînin da ku jêderên finasekirinê yên domdar peyda bikin. Çeteyên DAIŞ’ê di vê yekê de xwe dispêre gûrkirina nakokiyên xwecih û sûdwergirtina ji vahiyên ewlehiyê."

Li gorî Murad, cihên ku herî zêde şaneyên çeteyên DAIŞ’ê lê çalak in, derdora navendên ragirtina malbatên wan, girtîgehên DAIŞ û çolistanan.

Murad di dewama axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên girîng ên ku Hhêzên Ewlekariya Hundirîn li dar xistine û bi bîr xist ku ji wan çalakiyan kuştina çeteyê bi navê Ebdurehman Elî (Ebûdî) li herêma Ziyaba ya girêdayî Hesekê bû, hin şaneyên din hatin bêbandorkirin ku dê di rojên bê de werin aşkerakirin.

Murad da zanîn ku şaneyên çeteyên DAIŞ’ê di demên dawîn de 7 êrişên pêk anîn û ev agahî dan: "Êrişk li xeta Spî li dijî dewriyeya hêzên me hat kirin, di encamê de 3 endamên me şehîd bûn. Li herêma Şedadê êrişek li dijî bendeke kontrolê pêk hat, di vê êrişê de 5 endamên me şehîd bûn. Li ser rêya di navbera Til Hemîsê û Xeta Siyasî de êrişek pêk hat, di encamê de şervanekî QSD’ê şehîd bû. Beriya du rojan jî li ser rêya Til Hemîs û Til Birakê jî êrişî endamekî me kir."

Murad destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevgera xwe li cihê ragirtina malbatên wan û girtîgehên DAIŞ’ê zêde kirine û jêderên alîkarî û finansekirinê qut dikin.

Murad da zanîn ku şênî hevkarên sereke yên têkoşîna li dijî xetereya DAIŞ’ê ne û ev li axaftinên xwe zêde kirin "Tevkariya bi şêniyan re kilîta ewlehiyê ne. Pêşkêşkirina agahiyan li ser ferd û komên girêdayî terorîstan dihêlin ku em planên wan têk bibin.  Em ji bo her agahiyek ku şênî didin me nepeniya bi tevahî garantî dikin. Em hişyariyê belav dikin."

Qehreman Murad bal kişand ser bûyera revandina zarokekî ji aliyê komeke nenas ve û got, Hêzên Ewlekariya Hundirîn di nava 24 saetan de zarok rizgar kir û wî li malbata wî vegerand, her wiha kesên ku zarok revandindibûn jî girtin.

Murad di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku merheleya piştî rûxandina rejîma Baasê hem derfeteke û hem jî arîşeyek bû û wiha got: "Piştî rûxandina rejîmê derfet peyda bû ku pergaleke demokratîk a herêm istiqrar were avakirin, lê di heman demê de jîngehekê ji DAIŞ’ê re peyda bû ku endamên nû tev lê xwe bikin û careke din derkevin pêş. Loma jî ji bo zuhakirina jêderên terorî û rêgirtina li ber vegera wan xebateke mezin li ser astên siyasî, ewlehî û leşkerî tên xwestin."

Mîralayî Qehreman Murad di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade ne bersiva her êrişan bidin û got, tevkariya şêniyan û hişmendiya civakî xeta sereke ya parastina şêniyan û mîsogeriya ewlehiya herêmê ye.

(bb)

ANHA