Fehîma Hecî Îbrahîm wefat kir

Dayika welatparêz Fehîma Hecî Îbrahîm di 79 saliya xwe de wefat kir.

Fehîma Hecî Îbrahîm wefat kir
2 sibat, 2026   14:41
QAMIŞLO

Fehîma Hecî Îbrahîm (Xedîca Remo) a ji gundê Ludika yê girêdayî bajarê Çilaxa, îro di encama nexweşiyên xwe yên domdar de wefat kir.

Dayika Fehîma (79) salên 1980`yî de fikra Rêber Abdullah Ocalan nas dike û ji wê demê heta beriya wefata xwe her di nava xebatên cur be cur yên Tevgera Azadiyê de bû.

Dayika Fehîma di qadên cuda de mîna komîteyên lihevkirinê, komîn û malên gel de xebat meşandin, di nava şoreşa Rojava de beşdarî gelek çalakiyan bû.

Kurê dayika Fehîma yê bin navê Îdrîs Sebrî Bozo (Kanî) di sala 1991`an tev li nava refên gerîlayên azadiyê bûbû û di sala 1993`yan de li çiyayên Kurdistanê şehîd bû.

Cenazeyê dayika Fehîma li Pakrewangeha Şehîdên Sivîl (Leyla Tahir) a li bajarê Qamişlo hate veşartin.

(sb)

ANHA