Federasyona Gaziyan şehîd Dêrsim Hesekê bi bîr anî

Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Dêrsim Hesekê bi bîr anî û soza berdewamkirina xeta şehîdan da.

Federasyona Gaziyan şehîd Dêrsim Hesekê bi bîr anî
23 ÇILE, 2025   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê şehadeta gaziyê şer Dêrsim Hesekê (Ehmed Hemîd Yasîn) de ku di 21’ê Çileyê dema li nexweşxaneyê dihat dermankirin şehîd bûbû, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hevrê Dêrsim sala 2019’an li dijî dewleta Tirk a faşîst û dagirker û çeteyên wê di berxwedana rûmetê ya Serêkaniyê de cihê girt û li wir birîndar bû. Heval Dêrsim piştî tedawiya xwe di nava têkoşîna gelan de ji her demê zêdetir kar û xebat kir û wek fermandar gelek hevalên xwe perwerde kirin.”

Federasyona Gaziyan sersaxî ji malbata şehîd Dêrsim Hesekê re xwest û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Em soza didin hemû hevalan û gelên xwe, wek gaziyên şer em ê timî li meydanên şer li dijî dagirkeriyê têkoşîna xwe bidomînin. Bi hêza em ji şehîdan û Rêbertiya xwe digirin, jiyaneke herî birûmet a hêvî û armanca şehîdên me ye, em ê diyarî hemû mirovahiyê bikin.”

(k)