Ji xwendekarên Rojava; li hemberî dagirkeriyê em ê asta berxwedanê bilind bikin

Meclisa Xwendekaran a Zanîngeha Rojava bi daxuyaniyekê xwendekara zanîngehê Ronîza Mihemed Elî ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de di nava berxwedanan Tişrînê de şehîd bibû, bibîr anî.

Ji xwendekarên Rojava; li hemberî dagirkeriyê em ê asta berxwedanê bilind bikin
23 ÇILE, 2025   15:20
QAMIŞLO

Meclisa Xwendekaran a Zanîngeha Rojava derbarê şehadeta xwendekera zanîngehê Ronîza Mihemed Elî ya ku di 15`ê Çileyê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker li bendava Tişrînê birîndar bibû [ duh (22`ê Çileyê) di encama birîna xwe de şehîd bû, daxuyanî da.

Daxuyanî bi beşdariya xwendekarên Zanîngeha Rojava, li pêşiya avahiya zanîngehê ya li bajarê Qamişlo ji aliyê berdevka Meclisa Xwendekaran a Zanîngeha Rojava Arîn Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku xwendekara zanîngehê Ronîza Mihemed di berxwedanan bendava Tişrînê de şehîd bû û wiha hat gotin: “Em weke hevalên Rozîna Mihemed sersaxî ji malbat, mamoste û zanîngehê re dixwazin. Em ê xeyala hevala xwe ya dilxwaziya welat pêk bînin û asta berxwedanê bilind bikin.”

Çalakî bi durişmên “Bijî berxwedana QSD’ê” û “şehîd namirin” bi dawî bû.

(re/k)

ANHA