Bafil Talebanî: Dema vekirina rûpeleke nû ye

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li Dabaşanê bi şandeya DEM Partî re hevdîtinek kir û şûnde peyamek da û got: “Niha dema pêçana birînann û vekirina rûpeleke nû ye li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ye.”

Bafil Talebanî: Dema vekirina rûpeleke nû ye
11 tîrmeh, 2025   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Dabaşan pêşwazî li Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji HTulay Hatîmogullari û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Parlementerê DEM Partî Serhed Eren pêk dihatin kir.

Bafil Talebanî li ser pêngava dîrokî ya çek tinekirina gerîlayên PKK’ê jî ev got: “Niha dema pêçana birînane û vekirina rûpeleke nû ye li Bakurê Kurdistan û Tirkiye ku ji aştî û bi hev re jiyanê pêk bê ye.”

Serokê YNK’ê Talebanî anî ziman ku çawa Mam Celal weke yekem endazyarê serekî yê pêvajoya aştî bû yekem car deriyê gotubêjê di navbera Qendîl û Enqereyê de vekir, ew jî li ser heman rêyê berdewamin.

Şandeya DEM Partî jî spasiya Talebanî kir û bal kişand ser rola wî ya erênî û piştgiriya wî ya berdewam û hate diyarkirin ku YNK beşeke girînge ji bo serketina pêngavên aştiyê.