Eyal Zamir: Artêşa Îsraîlê amade ye, girîngiyê didin eniya bakur

Serfermandariyê artêşa Îsraîlê Eyal Zamir diyar kir ku artêş piraniya şiyan û derfetên xwe yên leşkerî dide eniya bakurê Îsraîlê. Zamir anî ziman ku operasyonên bejahî û hewayî ji bo hilweşandina binesaziya Hizbullahê dewam dikin.

Eyal Zamir: Artêşa Îsraîlê amade ye, girîngiyê didin eniya bakur
4 hezîran, 2026   22:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Di civîna nirxandina rewşê ya îro de, Serfermandariyê artêşa Îsraîlê Eyal Zamir got, "Em li gelek eniyan amade ne û rewşa li seranserê Rojhilata Navîn dişopînin, lê bala me li ser sînorê bakur e. talîmatên min ew in ku em hewlên xwe li vir kom bikin."

Zamir di dewama axaftina xwe de da zanîn ku hêzên Îsraîlê vê hefteyê bilindahiya Şiqeyêf girtin û binesaziya ku Îsraîlê wekî "girîng ji bo Hizbullahê, ku di gelek salan de hatiye avakirin" bi nav kir, wêran kirin.

Di heman çarçoveyê de, Zamir diyar kir ku operasyonên leşkerî Îran û "mihwera berxwedanê" heta astek bêhempa qels kirine, bi taybetî Hizbullaha Lubnanî hedef digirin, ku wî wekî "navenda giraniya Îranê" bi nav kir.

(fr)