Ewn û El Şeri li ser kontrolkirina sînro axivîn

Serokê Lubnanê û hempîşeyê wî yê Sûriyeyê di peywendiyeke telefonê de li ser pêwîstiya xurtkirina hevkariyê ji bo dîsplînkirina sînroê di navbera her du welatan de û rêgirtina li pêşiya filitîna ewlehiyê li hev kir.

Ewn û El Şeri li ser kontrolkirina sînro axivîn
10 adar, 2026   19:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Lubnanê Cozêf Ewn û hempîşeyê wî yê Sûriyeyê Ehmed El Şeri di peywendiyeke telefonê de li ser pêşwîstiya xurtkirina hevrêziyê di navbera her du welatan de ji bo dîsplînkirina sînorê hebeş û rêgirtina li pêşiya filitîna ewlehiyê axivîn.

Serokatiya Lubnanê di daxuyaniyekê de got Ew telefonek ji El Şeri de wergirt. Di peywendiyê de her du aliyan li ser pêşdeçûnên herêmê û bandorên wê li ser ewlehî û aramiya herêmê nîqaş kirin û gotin ku pêdiviya rewşa hesas a heyî bi aktîvkirina hevrêzî û şêwirê di nava her du welatna de heye.

Di daxuyaniya serokatiya Sûriyeyê de jî hat gotin ku di peywendiyê de li ser pêşdeçûnên herêmî û ewlehiya sînor hat gotûbêjkirin û hat destnîşankirin ku wan teqezî bi girîngiya parastina ewlehî û selametiya Sûriyeyê û Lubnanê û xurtkirina hevkariya hevbeş ji bo rûbirûbûna gefan kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku El Şeri piştgirî da hewldanên serokê Lubnanê yên bêçekkirina Hizbullahê û dûrxistina herêmê ji bandorên şerê heyî.

(fr)