QSD: Sîpan Hemo bi fermî erkên xwe wek Cîgirê Wezîrê Parastinê wergirtin

Navenda Ragihandina QSDˊê diyar kir ku Endamê Fermandariya Giştî ya QSDˊê Fermandar Sîpan Hemo bi fermî erkên xwe weke Cîgirê Wezîrê Parastinê ya Sûriyeyê wergirtin.

QSD: Sîpan Hemo bi fermî erkên xwe wek Cîgirê Wezîrê Parastinê wergirtin
10 adar, 2026   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku Endamê Fermandariya Giştî ya QSDˊê Sîpan Hemo bi fermî erkên xwe wek Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê li herêma Şerqiye wergirtin. Ev gav pabendbûna hemû aliyên Sûriyeyê ji bo piştevaniya ewlehî û aramiya herêmê nîşan dide.

Navenda diyar kir ku ev tayînkirin di çarçoveya bicîhanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê de tê, hewldanên hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê, şerê li dijî terorê û hêsankirina jinûve avakirin û pêşkeftina domdar nîşan dide, di heman demê de parastina berjewendiyên hemû Sûriyeyiyan û xurtkirina hevkariya neteweyî di asta serokatiya leşkerî ya bilind de ye.

(fr)