Evîn Siwêd: Çi ji destê Rêveberiya Xweser bê dê ji bo sûriyeyiyan bike

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd diyar kir ku Rêveberiya Xweser dê ji bo sûriyeyên ji Lubnanê vedigerin çi dest tê bike.

Evîn Siwêd: Çi ji destê Rêveberiya Xweser bê dê ji bo sûriyeyiyan bike
4 cotmeh, 2024   07:10
TEBQA
RÊNAD ELÎ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşwazkirina penaber û sûriyeyên ji ber şerê Îsraîl û Hizbullahê vedigerin, di 29’ê Îlonê de maseya krîzê ava kiribû.

Maseyê heya 2’yê Cotemê, nêzî 12 hezar sûriyeyî û lubnanî pêşwaz kirin ku di deriyên sînorî yên Tebqa û yê Tehiye yê Minbicê re derbasî herêmê bûn.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd li deriyê sînor ê Tebqayê axivî diyar kir ku ew amade ne hejmareke din jî pêşwazî bikin.

Evîn Siwêd bal kişand ser ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: "Tevî ambargo û êrişan jî rêveberî dê li gorî derfetên xwe her tiştî pêşkêşî sûriyeyan bike."

Evîn Siwêd destnîşan kir ku xebatên ku Rêveberiya Xweser ji bo vegera penaberan dike, bi tevkariya nûnertiya wê ya li Lubnanê pêk tên.

(bb)

ANHA