Ev 14 roj in agahî ji rojnamevan Silêman nayê wergirtin

Ev 14 roj in agahî ji edîtorê beşa erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed ku ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatiye revandin, nayên wergirtin. 

Ev 14 roj in agahî ji rojnamevan Silêman nayê wergirtin
7 mijdar, 2023   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Silêman Ehmed 1`ê Cotmehê ji bo serdana malbata xwe ya li Helebê hatibû herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê, 25`ê Cotmehê di rêya vegerê de li deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) yê navbera Rojava-Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hat binçavkirin.

Asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tije berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed `ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê ye’ û bi aşkera gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kir û îtiraf kir ku ew revandiye.

Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa Erebî ya ajansa Rojnws’ê de wek edîtor dixebite.

Ajansa Rojnewsê piştî revandina endamê wan daxuyanî dabû û gotibû: “Em tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.”

Her wiha bi dehan sazî û dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî banga serbestberdana Silêman kiribû. Lê ev bangawzî heta niha bê bersiv in.

(şx)