Eşîrên Hesekê li hember gurkirina fitne û nefretê banga hevkariyê kir

Eşîrên Ereb, Kurd û pêkhateyên din ên li bajarê Hesekê, nerazîbûna xwe li hember zimanê nefretê û hewldanên ji bo pêkanîna nakokiyan di navbera civakên herêmê de anî ziman. Eşîran diyar kir ku Heseke dê bibe modeleke jiyana hevbeş û banga xurtkirina aştiya navxweyî kir.

Eşîrên Hesekê li hember gurkirina fitne û nefretê banga hevkariyê kir
28 ÇILE, 2026   13:23
HESEKE

Eşîrên Ereb û Kurdan ên Hesekê, li ser navê "Civaka Cizîrê" daxuyaniyek da. Daxuyanî li Hola Tayfûr ji hêla şêwirmendê eşîra Ereb El Cibûr şêx Ekrem El Mehşûş ve bi amadebûna şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb û nûnerên pêkhateyên cuda yên bajêr hate xwendin. 

Daxuyaniyê diyar kir ku Heseke di dîrokê de mînaka jiyana hevbeş bûye, tevna wê ya civakî ji pirrengiya etnîk, olî û çandî hatiye çêkirin. Bi hev re, wan girêdaneke biratiyê ya rastîn ava kiriye û li hember alozî û dijwariyan li ber xwe daye.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Herêma me niha di demeke dîrokî re derbas bide, ji me hewce dike ku em li dijî hemû hewldanên pêkanîna nakokiyan yekgirtî bin. Rejîma berê hewl da ku nakokiyan di navbera civakên herêmê de biçîne, lê ji ber hişmendiya xurt a di nav gelê herêmê de ew têk çû."

Daxuyaniyê da zanîn ku gurkirina nakokiyên mezhebî û belavkirina nefretê tenê xizmeta wan aliyan dike ku dixwazin civakê qels bikin û parçe bikin û wiha dewam kir: "Ev kiryarên xeternak in û cihê şermezariyê ne ku bandorên wan ên xeternak dê bihêjin nifşên siberojê. Biratiya Ereb û Kurdan bi sedê salan, bi hezkirin û hevkriyê ava bûye.”

Eşîran di daxuyaniyê de bang li hemû aliyên siyasî û civakî, serokên eşîran, oldaran, rewşenbîr û dezgehên medyayê kir ku li dijî zimanê nefretê û ji bo avakirina çandek diyalogê, erkên xwe yê neteweyî pêk bînin û nirxên hevwelatîbûna wekhev û parastina yekitî û ewlehiya civakî ya herêmê xurt bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat xwestin ku "lihevkirin û rêkeftinên di navbera dewleta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de bi lez werin pêkanîn, û em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi hişmendî tevbigerin, dev ji gotegot û gotinên nefretê berdin, û mîrata bav û kalên me biparêzin. Bav û kalên me fêrî me kirine ku ev ax têra xwe mezin e û têra her kesî dike, û hêza wê di pirrengî û yekîtîya wê de ye."

(k)