DAIŞ’ê êrişî Heşda Şeebî kir

Lîwaya 63’yan ya Heşda Şeebî ragihand, li navçeya Xurmato ya li rojhilatê parêzgeha Selahedînê çeteyên DAIŞ’ê êrişî hêzên wan kirin û wan jî bersiva êrişê dan.

DAIŞ’ê êrişî Heşda Şeebî kir
23 tebax, 2026   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Lîwaya 63 ya Heşda Şeebî bi daxuyaniyekê ragihand ku vê sibehê çeteyên DAIŞ’ê êrişî xalek wan ya fewca komando ya ser bi lîwaya 63 a li çiyayê Mersa Elî ya li navçeya Xurmato kirin.

Hatiye diyarkirin ku hêzên wan yekser bersiva êrişa DAIŞ’ê dane û demek kurt pevçûn derketiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên wan di amadebaşiyek tam de ne daku bersiva her êrişek çeteyan bidin.

Hikûmeta Iraqê di sala 2017’an de bi fermî bi dawî hatina DAIŞ’ê ragihand, lê hîna jî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê car bi car êrişî hêzên ewlehiyê û welatiyan dikin.