Êrişî ziyaretgeheke Elewiyan hate kirin

Ziyaretgeha Şêx Mihemed El Qetbûn a li bajarokê Kaf El Caî yê li herêma El Qedmûs a Tertûsê, ji hêla kesên nenas ve rastî wêrankirinê hat.

Êrişî ziyaretgeheke Elewiyan hate kirin
10 cotmeh, 2026   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Beşeke Ziyaretgeha Şêx Mihemed El Qetbûn a li bajarokê Kaf El Caî yê li herêma El Qedmûs a Tertûsê, rastî wêrankirinê hat. 

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, kesên nenas kevirên di ziyaretgehê de şikandin, lê agahiyên têkildarî nasnameyên kesên ku ev sûc kiriye û sedemên êrişa li ser ziyaretgehê hîna nehatine parvekirin.

Ziyaretgeh devereke olî ya pêkhateya Elewî ye.

(sb)

ANHA