Xwepêşandana li Dêrikê: Heyanî Rêbertî bi fîzîkî azad bibe em ê tê bikoşin

Şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarên wê Komploya Navneteweyî ya 9`ê Cotmehê şermezar kir.

Xwepêşandana li Dêrikê: Heyanî Rêbertî bi fîzîkî azad bibe em ê tê bikoşin
10 cotmeh, 2026   14:13
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Bajarê Dêrikê bi dirûşma “Bi însiyatîfa aştî û civaka demokratîk dê Komploya Navneteweyî û sîstema Îmraliyê têk biçe” xwepêşandanek bi rêxistin kir.

Xwepêşandan li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan hate organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di berdewama xwepêşandanê de hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li Dêrikê Ciwan Hesen axivî.

Hesen di axaftina xwe de Komploya Navneteweyî ku 28 sal di ser re derbas bûne, şermezar kir û got di wê rojê de nirxên mirovahiyê û îradeya gelê Kurd hedef hate girtin. Her wiha Hesen anî ziman ku dewletên dagirker projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan li ser berjewendiyên xwe xeterî dibînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Rêber Apo ji bo azadiya gelan û edaletê têdikoşe û heyanî Rêbertî fîzîkî azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Xwepêşandan bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

(np)

ANHA