Êrişên Tirkiyeyê rojeva hevdîtinên şandeya herêmê li Almanyayê bûn

Şandeya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cîgira serokê parlamentoya wîlayeta bakurê Rhine-Westphalia ya Almanyayê re encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesazî û saziyên xizmetguzariyê yên herêmê nîqaş kirin. Her wiha di civînê de hate destnîşankirin ku divê civata navneteweyî fişarê li Tirkiyeyê bike ji bo ku rê li pêşiya sûcên wê bigirn.

Êrişên Tirkiyeyê rojeva hevdîtinên şandeya herêmê li Almanyayê bûn
Êrişên Tirkiyeyê rojeva hevdîtinên şandeya herêmê li Almanyayê bûn
20 hezîran 2024   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku ji hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Mehmûd El Mislet, nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulkerîm Omer û nûnerê Rêveberiya Xweser li Almanyayê Xalid Derwîş pêk tê, bi cîgira serokê parlamentoya wîlayeta bakurê Rhine-Westphalia ya Almanyayê Bêrîvan Aymaz li avahiya parlamentoyê ya li bajarê Disseldorf civiyan.

Şandeya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi kurtasî tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmê, tevlêbûna pêkhateyên herêmê di avakirina wê û birêvebirina wê de, rola mezin a ku jin dilîze çi di şerê çeteyan de yan jî parastina ewlehiya herêmê û cihê xwe di saziyên rêveberiyê de girtiye, şîrove kir.

Her wiha şandeyê balê beşdarên civînê kişand ser astengiyên siyasî, aborî û ewlehiyê yên li pêşiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derdikevin, êrişên şaneyên DAIŞ`ê li dijî herêmê.

Şandeyê destnîşan kir ku beyî piştgiriya civata navneteweyî, DAIŞ bi temamî tune nabe û diyar kir ku bi hezaran girtiyên DAIŞ`î li herêmê ne û bi deh hezaran malbatên wan li kampên Hol û Roj in, ew jî bûne bombeyeke demkî ne diyar e kengî biteqe. Şandeyê got divê civata navneteweyî di vî warî de berpirsyariyên xwe bîne cih.

Her wiha şandeyê îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya herêmê û saziyên wê, ku di encamê de rewşên mirovî aloz bûn û jiyana bi miylonan sivîl dixin xetereyê.

Şandeyê bang li civata navneteweyî kir ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin ji bo ku sûcên wê yên li dijî herêmê rawestînin ji ber ku heke ev êriş berdewam bikin, dê karesateke mirovî rû bide û dê bi sed hezaran şênî koçber bibin.

Rewşên mirovî yên li herêmê, astengiyên mezin ên li pêşiya Rêveberiya Xweser derdikevin di warê peydakirina pêdiviyên bingehîn ên welatiyan, piştgiriya ku divê civata navneteweyî ji rêveberiyê re pêşkêş bike ji bo ku saziyên xizmetguzariyê yên di encama êrişên Tirkiyeyê de wêran bûne, sererast bike di rojeva civînê de bûn.

Tê zanîn ku şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 17`ê Hezîranê bi 3 endamên parlamentoya Almanyayê 2 civînên cuda li dar xistin. Yek ji wan parlamenterê Partiya Civakî ya Demokratîk a Alman (SPD) Niels Schmid û Frank Schabi, civîna din bi parlamenterê Partiya Çep a Alman Gokay Akbulut li avahiya parlamentoya Alman a li Berlînê bû. Her wiha 16`ê Hezîranê şandeyê bi parlamenterê Partiya Yekitiya Demokratîk a Xiristiyan (CDU) Jürgen Hardt, parlamenterê Partiya Kesk Qasim Tahir Salih li avahiya parlamentoyê ya li Berlînê civiyabû.

(şx)