Êrişên Rûsya li dijî Ukraynayê: Kuştî û birîndar hene

Di êrişên Rûsyayê de li bajarê Zaporizhzhia yê li başûrê rojhilatê Ukraynayê herî kêm 2 kes û  li bakurê rojhilatê wê 3 kesên din hatin kuştin.

Êrişên Rûsya li dijî Ukraynayê: Kuştî û birîndar hene
22 adar, 2025   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ukraynayî ragihandin ku dê êrişên duh ên hêzên Rûsyayê de li bajarê Zaporizhzhia yê li başûrê rojhilatê Ukraynayê herî kêm 2 kes û  li bakurê rojhilatê wê 3 kesên din hatin kuştin.

Waliyê herêma Zaporizhia Ivan Fedorov li ser ’Telegramê’ ev agahî parve kirin "Bajar zêdetirî deh caran hatiye bombebarankirin. Di encamê de 2 kes hatine kuştin û 9 kes jî birîndar bûne."

Dozgeran ragihand ku "hêzên rûsî bi kêmanî şeş bombe avêtin gundê Krasnopilia yê herêma Sumy a li ser sînorê bakurê Ukraynayê bi Rûsyayê re. Di encamê de 2 kes hatin kuştin û bi kêmî ve du kesên din jî birîndar bûn."

Her wiha destnîşan kirin ku "hêzên rûsî sê bombe avêtin bajarokê Kostyantynivka yê herêma Donetsk a li rojhilatê Ukraynayê û di encamê de kesek hat kuştin.

Berprisê herêmî Rostov-on-Don a li başûrê Rûsyayê,  Yuriy Slyusar, got ku balafireke bêpîlot a Ukraynayê avahiyeke niştecihbûnê ya li bajêr bombe kir û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Slyurar di daxuyaniyeka xwe ya li ser "Telegramê" weşandiye ragihand ku pergala parastina hewayî hin balafirên bê mirov xistin.

Waliyê herêma Voronezh a li başûrê Rûsyayê Aleksander Gusev got, li herêmê zêdeyî 10 balafirên bêmirov ên Ukraynayê hatin îmhakirin. Der barê ziyanan de ti agahî nehatin parvekirin.

(bb)