Êrişên li ser Minbicê dewam dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Tûrîn ê li rojavayê Minbicê topbaran dikin.

Êrişên li ser Minbicê dewam dikin
5 kanûn, 2024   13:14
MINBIC

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Minbicê dewam dikin.

Dagirker di van kêliyan de gundê Til Tûrîn ê li rojavayê kantonê, bi obîsan topbaran dikin.

Beriya saetekê jî gundê El Cerad bi 7 û Um Celûd jî bi 17 guleyên hewanan hatin topbarankirin.

Der barê encamên topbaranê de agahî nehatin bidestxistin.

(bb)